DIJBERÎYA RÊXISTINÎYÊ

Cano Amedî

Carcaran ez li ser portala X (twiterê) sohbetên cûr be cûr gohdar dikim. Bi rîya teknolojîyê, beşdarî odeyên şevbihrkên modern dibim. Bi giranî ez dibînim ku piranîya beşdaran û kesên di axifîn li welatên Ewropa dijîn û piranîya wan, demekî bi şeweyekî, di nav refên rêxistinekî de kar kirine, zehmetî dîtine, keda xwe bê şert û merc radestî rêxistinên xwe kirine û beşek jiyana wan di nav refên rêxistinekî de derbas kirine; an jî birîndarê sazîyekî, rêxistinekî, partîyekî ne!

Ji ber ku derûnîya birîndarîyê li ser wan trawmayên giran çêkirîye. Di axaftinên xwe de, di nirxandin û şîroveyên xwe de hişmendîya dijberîya rêxistinbûyinê derdixin pêş. Weke ew kesên ji darê zirar bibînin hemû daristanê didin ber şewitandinê. Ji ber ku bala xwe li ser darekî kom dikin, demek şûnda daristanê nabînin. Ev jî rê li ber nirxandin û şîroveyên rasteqîn dixetimîne. Ev şêwe jî axaftvan ji armancên xwe dûr dixe û rê li ber gengeşîyên vala xweştir dike.

Divê her kurdistanî baş bizanibe ku heta îro sebebê em bi serneketine! Yek jê jî, ji ber ku tunebûna hişmendîya netewî û bêrexistinbûyina milletê Kurd bûye! Heta îro ew rêxistin û organîzasyonên me yên ser stratejiyek netewî tevgerîyaye kêm in an tune bûye. Hewldanên çê bûne heremî, demkî an loqal mane. Piranî bi hişmendîya bayê demê tevgerîyane an jî bi perspektîfa têkoşîna çînî, xwestine kar û xebatên doza netewî bidomînin. Herkes dizane ku gava bişkoka pêşî bi şaşî bê qefilandin wê yên din jî şaş bênqefilandin!

Dîrok daye îspatkirin ku civat û netewên ji organîzasyon û rêxistinbûnê bêpar in her dem ji azadî û mafê desthilatdarîyê, ji hûqûq û edelatê dûr in. Di van salên dawî de em hemû baş dizanin ku ji ber bêrêxistinbûnê û ji ber bêhêzbûna xeta netewî suwarên xirab li ber derîyê me hespên xwe bezandine. Me kêmasî û şaşîyên xwe bin palas kirine û dest bi gilî û gazinan kirine.

Divê herkes baş bizanibe rêxistina herî xirab ji bêrêxistinbûnê çêtir e. Gava mirov bixwaze û hewl bide dikare di şûna ya xirab de ya baştirîn ava bike, biguherîne, an alternatîfek nû peyda bike. Ev mafê her kurdperwerekî ye.

Heqaret, bê rêzî û dijberîya rêxistinbûyinê ne helwestek niştimanperwerî ye. Divê ji bo hêzbûna rêxistinekî netewî em piştgirên doza netewî bin. Ev jî li gorî şert û îmkanan, li gorî cîh û demê bi şêweyekî em keda xwe bixin nav kedek hevpar. Divê em bi hevre, bi hişmendîyek netewî, bi hestên milletbûnê sînerjîya xwe reorganîze bikin û ber bi encamên dewletbûnê ve bimeşin.

Hemû milletên bindest bi rêxistin û organîzasyonên milî têkoşîna xwe meşandine û bi ser ketine. Em jî dizanin ku sir û formula serkeftinê girêdayî hebûna hişmendîya netewî û bi hêzkirina stratejiyek milî ye.

Rêxistinbûn ne tenê ji partî, tevger, derdor an grûban pêk tê. Di hemû beşên jiyanê de pêwîstîya hebûna rêxistinbûnê ferz e! Di warê siyasî, civakî, aborî, çandî û jiyanek Kurdewarî de hemû şêweyên rêxistinbûnê pêwîst e!

Ji bo aborîyek milî, ji bo mejûyek netewî, ji bo hest û bertekên milî pêwistîya me bi aqlê kurdî heye. Ji ber wê yekê divê em portal û dikên medyaya civakî ji bo hêzbûna hişmendîya netewî û avakirina rêxistinbûnên milî bi kar bînin. Em hevdû gohdar bikin û hevdû fam bikin. Divê em bi hevra hewl bidin ku li şûna “aqlê protez” aqlê kurdî desthilatdar bikin. Qet nebe em dikarin li ser dîroka Cuhîyan serê xwe biêşînin û ji dîrok û hişmendîya wan sûd bigirin.

Bi taybetî ew kesên bi zanebûn an bi nezanî demekî xwîn dane hêza xirabîyê, rê li ber xweşkirîne, derî li ber alternatîfbûnê girtine, mafê wan tune ye dijberîya rêxistinbûnê bikin. Ew kes dikarin bi derbasbûna xwe re, bi ked û xebatên xwe re rûbirû bibin û muhasebeyek ûjdanî bikin. Divê bê zanîn ku bêhûqûqî û bêûjdanî ne karê welatparêzan e!

Bi kurtasî, divê hêvî û armancên me, helwest û bertekên me li gorî bingeha berjewedîyên netewî be! Divê em tu carî berjewedîyên partî, rêxistin, grûp, hizbî û kesayetî li ser berjewedîyên netewî negirin û rê nedin ku berjewedîyên netewî têk biçe. Teknolojî nîmetek zêrîn e, divê em ji bo çekirin û avakirinê bi kar bînin. Jibîr nekin zimanê çêkir, hişmendîyek milî dikare sînerjîyek zîndî derxe holê. Ev jî girêdayî hewldan û kedek hevpar e!

Ji bîr nekin aqlê kurdî rê li ber desthilatdarî û destkeftiyên netewî xweştir dike. Aqlê îdeolojîk jî rê li ber derûnîya kerîyê kor û mirinê geş dike. 4.2.2025

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *