Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Sererastkirina yasaya budceyê gaveke rast û hêvîbexş e.”
Serokê Herêma Kurdistanê derbarê dengdana Parlamentoya Îraqê ya li ser sererastkirina yasaya budceya giştî ya federal daxuyaniyek da.
“Ji bo berjewendiya hemû Îraq û Herêma Kurdistanê ye”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ev gaveke rast e û li pey çû:
“Em hêvîdar in ku ev gav bibe destpêka çareserkirina pirsgirêkên din û di demeke nêzîk de mizgîniya çareserkirina dawî ya pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê were dayîn.”
Daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vî rengî ye:
“Em bi germî pêşwaziyê li dengdana Encûmena Nûneran a li ser sererastkirinba yasaya budceya giştî ya federal dikin û spasiya Encûmena Nûneran û hemû kesî dikin ku beşdarî amadekirin û pejirandina wê bûne.
Spas û pêzanîneke taybet ji bo birêz Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ku ji destpêkê ve bi dilsozî û bi giyanekî niştimanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên têkildarî budce û mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bi me re hevkar û alîkar bûye.
Em spasiya şandeya danûstandinê û aliyên têkildar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê dikin.
Ev gaveke rast û hêvîbexş e û ji bo berjewendiya hemû Îraq û Herêma Kurdistanê ye.
Em hêvîdar in ku bibe destpêka çareserkirina pirsgirêkên din û di demeke nêzîk de mizgîniya çareserkirina dawî ya pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê were dayîn.
Em ducare dikin ku em dê hewldanên xwe yên ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalog û lihevtêgihiştinê bidomînin.”
Rûdaw