Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di peywendiya xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re tekez kir ku dê piştgiriya Fransayê ya bi HSDyê re berdewam bike
Doh Emmanuel Macron û Nêçîrvan Barzanî li ser pêşhatên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê û pêwendiyên Hewlêr û Parîsê axivîn.
Serokkomariya Fransayê li ser hurgiliyên her du serokan daxuyanî belav kir.
Li gorî daxuyaniyê Emmanuel Macron diyar kir ku parastina serweriya Îraqê û rêlibergirtina gefên li ser aramiya welêt ji bo wan xaleke girîng e.
Macron pêşveçûna diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi erênî nirxand û got ku ew dê piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bidomînin.
“Divê Kurd di pêvajoyê de hebin”
Serokkomarê Fransayê bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û anî zimên ku divê Kurd di pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê de bi temamî cih bigirin.
Macron diyar kir ku têkoşîna li dijî DAIŞê ji bo Fransayê xaleke sereke ye û got ku ew dê piştgiriyê bidin berxwedana HSDyê ya li dijî DAIŞê.
Fransa dê 13ê Sibatê konferansekê li ser rewşa Sûriyeyê li dar bixe.
Macron û Barzanî li ser bihêzkirina pêwendiyên aborî yên Herêma Kurdistanê û Fransyaê jî nerînên xwe parve kirin.
Rûdaw