Dozger beraeta Alî Çevenê ku di roportajeke kolanê de gotibû “Ez ne Tirk im” xwest lê dadgehê 3 sal cezayê girtîgehê dayê.
Serokê Komeleya Pêşengên Kurd Alî Çeven di roportajeke kolanê de gotibû “Ez ne Tirk im” û paşê bûbû hedefa êriş û tehdîdan.
Alî Çeven piştî wê roportajê bi hinceta “propagandaya rêxistina çekdar a terorê kiriye” hatibû girtin.
Doza Alî Çeven li Dadgeha 20emîn a Ceza ya Bingehîn a Buyukçekmeyê hat dîtin.
Tevî ku dozger daxwaza beraetê wî kir jî dadger biryara ceza dayê.
Dozgerê ku niha berhevkariya dozê dike diyar kir ku delîlên têrker ên ku rê bidin cezadanê nînin û xwestibû ku Çeven beraet bike.
Lê dadgehê daxwaza dozger ya beraetê red kir û 3 sal cezayê girtîgehê li Alî Çeven birî.
Parêzer biryar şermezar kir
Suphî Ozgenê parêzerê Alî Çeven jî li ser hesabê medyaya civakî diyar kir ku tevî ku dozger daxwaza beraetê kiriye jî dadger biryara ceza daye û ew biryar şermezar kir.
Suphî Ozgen got, “Di sedema girtinê de axaftin û parvekirinên medyaya civakî hebûn ku xwedî li Şêx Seîd derdiketine û alaya Kurdistanê di wan de hatiye nîşandan.
Me careke din xala 1em a qanûna ku 29ê Hezîran 1938an derketiye ku tê de dibêje ‘Yên ku bi biryara Dadgeha Îstîklalê hatine cezakirin hatine efûkirin’ anî bîra dadgehê.
Li gel ku dozger vê carê beraet dixwest jî dîsa jî cezayekî ji normalê zêdetir li miwekîlê min hat birîn.
Em dê bibînin ka di biryara bisedem de çi wekî bingeh were nîşandan û dadgeha îstînafê dê li ser vê mijarê çi bibêje.”
“Yan bila siyaseta înkarê bi temamî rakin yan jî bila bi eşkereyî me înkar bikin”
Ozgen her wiha got, “Ez dixwazim ku siyaset, dadwerî û rêvebiriya Tirkiyeyê êdî biryara xwe bidin.
Yan bila ji bo me Kurdan siyaseta înkar û redkirinê bi temamî rakin yan jî bila wekî berê bi eşkereyî me înkar û red bikin.”
Rûdaw