Çekdarên komeke Şîe li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê gule li ciwanekî reşandin, ew birîndar kir û mala wî jî rûxand.
Piştî hilweşandina malê, 3 xwişkên wî ciwanê Kurd çûne cihê bûyerê û li wêraneyên wê malê dinêrin ku birayê wan dixwest bi pereyê karkeriyê lê bike.
Erd ê xezîneyê ye û piştî lêkirina malê komeke çekdar a Şîeyan diçin ji wî ciwanî je re dibêjin:
“Me ev erd zeft kiriye û tu nikarî li vê derê malê lê bikî.”
Taban Nazima xwişka ciwanê ku hatiye birîndarkirin got:
“Ez xwişka Necat Nazim im. Derengiyê şevê, Heşda Şebiyê êrişî birayê min kir ku ev erd kirîbû.
Me ew zû gihand nexweşxaneyê û 10 rojan di rewşeke xerab de bû.
Ew zanibû ku ev erd ê xezîneyê ye lê ji ber ku rewşa wî ya aborî ne baş bû, ev erd kirî lê çekdaran peykerê ku çêkiribû hilweşand.”
Mal li herêma Seyadeyê ya li başûrê Kerkûkê ye.
Wî gilî kiriye
Piştî êrişên 16ê Çiriya Pêşîn, çekdarên Şîe li wê herêmê bûn serdest û bi awayekî nefermî dest danî ser erdên hikûmetê.
Malbata wî ciwanî li cem polîsan gilî kiriye lê dadgehê hîn ti biryar nedane.
Xwişkên wî diyar dikin, piştî ku hat birîndarkirin ew ji Kerkûkê derketiye.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê Sabîr Mihemed derbarê bûyerê got:
“Ji aliyê welatiyan ve gilî li hêz, kom û dezgehekê were kirin em lêkolînê dikin.
Ez agahdar im ku gilî gihiştiye ber destê me û em lêkolînê dikin lê piştî destûra dadgehê û eger biryara dadgehê were, em dê wî kesî desteser bikin û bidin dadgehê.”
Li gorî biryara Encûmena Wezîran a Îraqê, maleke ku li ser erdê xezîneyê hatibe lêkirin û gihiştibe qonaxa çêkirina ban, divê neyê hilweşandin lê çekdaran bê destûra îdare û dadgeha Kerkûkê ew mala hilweşandiye.
Rûdaw