SOHR: Çekdarên girêdayî HTŞê li Humsê 22 kes kuştin

Hate ragihandin ku li bajarê Humsê di 72 saetên dawî de, di encama êrîşên ser pêkhateyên elewî, şîe û murşîdiyan ên çekdarên girêdayî HTŞê de, 22 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, komên çekdar ên xwecihî yên girêdayî rêveberiya HTŞê di 72 saetên dawî de li gundên niştecihên wê elewî, şîe û murşidî, operasyonên tesfiyekirinê pêk anîne û di encamê de de 22 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

SOHRê herwiha da zanîn ku li wan gundan bi dehan kes hatin revandin, heqaret û îşkence li wan hat kirin, destdirêjî li sembolên olî hate kirin, komkujî hatin kirin û bi cenazeyan hate lîstin. PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *