PWK ŞAXA BATMANÊ SALVEGERA KOMARA KURDISTANÊ (MAHABAD) BIBÎRANÎ

Di Salvegera 79emin damezrandina Komara Kurdistanê (Mahabad) bername li PWK şaxa Batmanê 22.01.2025 an saet li 13.00 an destpêkir.

Di destpêkê de Serokê PWK Şaxa Batmanê Bixêr hatin da bêşdervanan u got:

“Îro 79emin salvegera damezrandina Komara Mehabadê ye. Lê hêj wekî ku duh qewimîbe zindî ye di hişê miletê Kurd de ye.Mahabad, bi hemî hêjayî û pîrozbûna xwe delala ber dilê her Kurdekî ye. Komara Kurdistanê(Komara Mehabadê) di dîroka Kurdistanê de tecrûbeyeke gelek mezin û girîng e ku hemû Kurdistanîyên cîhanê pê serbilind bin. Çi Kurdê ku hay ji vê destkeftî û rûmeta mezin çêbûbe, li ber ezamet û mezinahiya Pêşawa heyran maye. Bûye heyran û dildarê bûka nazenîn Mehabada Kurdistanê.

Lê bextê Kurdistanê bi hibra reş hatibû nivîsandin li ser rûpelên dîroka bêyom…Bextê felekê careke din rû badabû û gelê Kurd bi qedera xwe re rû bi rû mabûn…

Lê Kurd dîsa ji wê xweliyê vejiyan û ew ala Pêşawa çikandibû dîsa hejandin li banê gerdûnê…Hesret û daxwaza Xanî, piştî sê sed û tiştek salî pêk dihat û kurê Mehabadê Barzanî ew al li asoya felekê dihejîne…

Sê ezîzên gelê Kurd û sê sembolên pîroz: Mehabad, Pêşawa, Barzanî…

Mehabad: Bû hêlîna zindîbûn û nûvejînê… Bû nîşan û şîara serhildan û serbilindiyê…

Pêşawa: Bû rêberê doza kurdayetiyê û şîarê serxwebûna dîn û welat…

Barzanî: Bû şîara berxwedan û têkoşînê, îstîqrar û îstiqlalê, bawerî û serxwebûnê…

Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî, niştimanî û dîrokî nîşanî me didin.

Rêbaza Pêşewa Qazî Mihemed ji me re dibêje:

Hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, parastin û hişmendîya azadî û dewletbûnê bila bingeha sîyaseta we be.

Bixebitin, fêr bibin, bixwînin, têbikoşin, di nava gelê xwe de bin, bi gelê xwe re bin, gêncên xwe, jinan, hemû civata xwe bi rêxistin bikin. Bibin partî û rêxistinên girseyî, netewî. Bîr û doz û bernameyên xwe bi gelê xwe bidin qebûl kirin.

Pêşewa Qazî Mihemed digot ‘Ala Kurdistanê rojek were li ser vê mehkemeya ku ez lê tême darizandin jî dê bê hildan’.

Pêşewa Qazî Mihmed dibêje li Ala Kurdistanê xwedî derkevin, dijmanatîya hev nekin, bi dijminan neyên xapandin.

Hevkarî, yekbûn, tifaq, piştgirî, alîkarî bila ji nav we kêm nebe.

Rêzê li xwîn û ked û xebat û têkoşîna hemû şehîd û dilsoz û kedkarên doza azadîya Kurdistanê bigirin.

Ew ala ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kirî bû bi xwîna dehhezaran şehîdan , bi têkoşîneke qehramanane, îro li ser Parlementoya Dewleta Federa ya Başûrê Kurdistanê li ba dibe.

Em bi hemî hestên xwe yên kurdistanî ji dil û can diqîrin: Hûn her bijîn seydayên hêja, hûn bijîn rêberên mezin, hûn bijîn ezîzên ber dila! Û tu her payidar bî di dilan de ey Mehabada pîroz!* Em bi munasebeta salvegera vê bûyera pîroz şehîd û rêberên xwe bi minnet û şukran bibîr tînin û rêzên li ber wan digirin… ”

Û siruda Neteweyî (EyReqib )hat xwendin.

Paşi Aziz Özdemîrî daxuyanî ya PWK ê xwend:

Aziz Özdemirî bi hinek hurgulîyan li ser Komara Kurdistanê Seminer da.

Paşî Wesiyeta Pêşawa Qazî Mihemed li bêşdarvanan re hatî belav kirin .

Dawî de belgefilmek bi navê “Komara Kurdistanê Mahabad) bi bêşdarvanan re hat parvekirin.

Bername bi pirs û bersivan berhemdar bi dawî bû.

22.01.2025

PWK Şaxa Batmanê

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *