Feysel Yûsif: Em dê bi Mezlûm Ebdî re bicivin -Video

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif got, “Em dema vegeriyan dê bi Mezlûm Ebdî re bicivin.”

Serok Mesûd Barzanî bi şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) re civiya û tekezî li ser yekrêziyê aliyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir.

Serok Barzanî îro şandeyeke Desteya Serokatiyê ya ENKSyê qebûl kir ku ji Mihemed Îsmaîl, Fesla Yûsif, Silêman Oso, Feysel Yûsif û Nimet Dawûd pêk tê.

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif bû mêvanê bultena Rojava û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif got:

“Hêviya ku Mezlûm Ebdî dabû nîşandan Serok Barzanî kêfxweş kiribû.”

Feysel Yûsif li ser pirsa derbasbûna Leşkerên Roj a Rojavayê Kurdistanê anî ziman:

“Qonaxa ku em îro li ser disekinin, nêrîna hevbeş a Kurdî ya ku daxwaza miletê Kurd di hundirê Sûriyeyê de çi ye em li hev bikin.

Em çawa karibin bibin şirîkê guhertina siyasî ya li Sûriyeyê.

Li gorî wê, tiştê ku tê xwestin em dê li hev rûnin û li hev bikin wekî du aliyên Kurdî.

Birêz Mezlûm Ebdî û em bi hev re karibin gav bi gav tiştên ewil bikin, tiştên din nabe sedem ku em li ser nesekinin.”

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de diyar kir ku rewşa siyasî û ewlehiyê û pêşhateyên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û helwesta Kurdan hatine gotûbêjkirin.

Ji bilî van mijaran, behsa hevdîtina Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serok Barzanî jî hat kirin.

Hat gotin ku Serok Barzanî di hevdîtinê de tekezî li ser yekrêzî û hevahengî û karê hevbeş ê aliyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir.

Hinek xalên girîng ên ku Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif anîne zimên wiha ne:

“Em dema vegeriyan dê bi Mezlûm Ebdî re bicivin.

Hêviya ku Mezlûm Ebdî dabû nîşandan Serok Barzanî kêfxweş kiribû.

Berjewendiyên miletê Kurd di ser her tiştî re ne.

Serok Barzanî xwe wekî xwediyê miletê Kurd dibîne.

Serok Barzanî got, divê li ser kelemê li ber yekrêziya Kurdan neyê sekinandin.

Serok Mesûd Barzanî pişta Mezlûm Ebdî jî digire.

Wekî Kurdan em dikarin dengê xwe bigihînin Amerîka, Fransa, Tirkiyeyê û welatên Erebî.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *