Serokê Fraksiyona Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê Dr. Rolf Mutzenich ragihand ku partiya wî Almanyayeke baş dixwaze û ji Kurdên li Almanyayê jî xwest ku ji bo “Almanyayeke baş” deng bidin.
Dr. Rolf Mutzenich dilgirinaya xwe ya li ser vegerîna Trump anî ziman û ragihand ku îhtimala rûbirûbûna aborî û bazirganî bi Amerîkayê re heye.
Mutzenich li ser rewşa navxwe ya Almanyayê behsa girîngiya berxwedana li hemberî rastgirên tundrew kir û rexne li Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) kir ku “nêrîneke wan a nemirovane” heye.
Mutzenich herwiha tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina ewlehiya navxwe û rêkxistina koçberiyê kir.
Serokê Fraksiyona Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê Dr. Rolf Mutzenich pirsên Ala Şaliyê bersivandin.
Rûdaw: Birêz Mutzenich, spas ji bo vê hevpeyvînê. Pirsa min a yekem ev e, niha ku Trump dubare vegeriya ser desthilatê, Almanya û Ewropa li hêviya çi guherînan in ji Amerîkayê û ji çi ditirsin?
Rolf Mutzenich: Em her tiştî nizanin lê em em piştrast in dê rûbirûbûnek li ser aborî û bazirganiyê çêbibe. Eger ew rêbazên xwe bisepîne, ev dikare bibe sedema ji destdana kar li Almanyayê.
Em vê yekê naxwazin. Em bazirganiya azad dixwazin, bi taybetî ku ev bazirganî bi nirxê dampîngê nebe, ji ber ku ev jî dikare bibe encama siyasetên Trump.
Trump niha sûcdarekî hukimkirî ye û kesê yekem e li Koşka Spî. Em niha nikarin bi temamî texmîn bikin ka ev dê çi bandorê li ser nirx û pêwendiyên me yên hevbeş bike.
Rûdaw: Gelo ew bawer dike ku dikare dawî li şerê Rûsya û Ukraynayê bîne?
Rolf Mutzenich: Herî kêm, ew îdia dike ku dikare di nav çend saetan de vê yekê pêk bîne. Ji aliyê din ve, wî di dema serokayetiya xwe ya yekem de îdîa kiribû ku dê aştiyê bîne nîvgirava Koreyê.
Wekî hûn dizanin, wê demê li xeta cudakirinê bû û li Asyayê çend caran bi rejîma Koreya Bakur re jî civiya lê serkeftî nebû. Ez hêvî dikim ku hemû alî beşdarî bidawîanîna şerê li Ukraynayê bibin û em bi lez aştiyeke misoger bi dest bixin.
Rûdaw: Birêz Dr. Mutzenich, ez vedigerim ser rewşa hundirê Almanyayê ku niha di nava germahiya hilbijartinan de ye. Li gorî rapirsîyan Sosyal Demokrat gelekî dengan ji dest didin, hûn dê çawa careke din baweriya dengdarên xwe bi dest bixin da ku bibin hêza duyem a Almanyayê?
Rolf Mutzenich: Bê guman meşandina kampanyaya hilbijartinan di zivistanê de, wekî ku em bi awayekî normal dizanin, bi çalakiyên kolanê û civînên derve re, karekî zehmet e. Ji ber vê em niha li wan cihên girtî dicivin.
Tevî ku xelkê gelek dilgiranî hene em ne tenê behsa dilgeriniyan dikin her wiha em bernameya xwe jî zelal dikin. Em dibêjin ku namzedên me, Şêwirmendê Federal, bi bernameyê re lihevker in.
Ez bawer im ku em dikarin beşdariyeke baş bikin, bi taybetî ji bo karkeran, di dabînkirina karê pîşesaziyê de lê em ji bo perwerdeyeke baş û pêdiviyên bingehîn ên zarok û ciwanan jî baş in, ji ber ku ew bingeha paşeroja welatê me ne.
Rûdaw: Baş e çima her ku diçe dengê rastgirên tundrew li Almanyayê zêde û xurttir dibe? Partiya we dixwaze çawa rûbirûyî vê yekê bibe? Wekî min ji we re got gelek dengder ji propagandaya hilbijartina Partiya Alternatîf (AfD) ditirsin û dibêjin soza serokê partiyê tirsnak e û kes napirse ka ew dê wan sozan çawa bi cih bîne?
Rolf Mutzenich: Ev ne tenê mijareke aboriyê ye di heman demê de nêrîna AfDyê ya li ser mirovahiyê ye. Ev ne tenê nêrîna wan a li hemberî kesên ku hatine Almanyayê ye. Li nexweşxaneya Magdeburgê, piştî êrişê, tu kes nedima eger hemşîre û bijîşkên biyanî alîkarî nedabana.
AfD vê yekê ji bîr dike lê ez bi xwe ji bîr nakim. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim ew e ku AfD naxwaze zarokên xwedî pêdiviyên taybet di pergala perwerdeyê de bin.
Divê em vê yekê ji bo xelkê zelal bikin ji ber ku ev cûdakarî ye li dijî wan kesên ku hewceyî piştgiriya me ne. Eger xelk wekî nerazîbûnê deng bide wan partiyan, dê bibînin ku ew ti tiştekî baş nakin. Divê em vê yekê di wan hefteyên mayî de ji bo her kesî li Almanyayê zelal bikin.
Rûdaw: Baş e, yek ji mijarên herî girîng ên ji bo dengderên Almanyayê mijarên ewlehiya navxweyî û koçberan e. Tu dikarî bi hûrgilî behsa bernameya partiya xwe bikî? Her wiha gelek kes dixwazin bizanibin ka ew kesên ji Sûriyeyê ku tenê mafê mayîna demkî heye, dê bên vegerandin?
Rolf Mutzenich: Em dixwazin ewlehiya navxweyî xurttir bibe. Di vê civînê de, min jî zelal kir ku ez dixwazim heman amrazên ku hin welat ji bo têkoşîna li dijî terorê bi kar tînin hebin. Lê ez dixwazim behsa sûcên rêxistinî, sûcên mafyayî û spîkirina pereyan jî bikim ku li welatê me berdewam e.
Ev hemû beşek e ji bernameya ewlehiya navxweyî. Ji aliyekî din ve, ez dixwazim bi zelalî bibêjim ku vê hikûmetê, çi tê fikirîn bila bê fikirîn, guherîneke bingehîn di siyaseta koçberiyê de bi dest xistiye. Ji aliyekî ve, me karkerên pispor anîne welatê xwe. Em dixwazin karkerên pispor ên zêdetir jî werin, ji ber ku heke na, em nikarin aboriya xwe bi rê ve bibin.
Me qanûneke nû ya welatîbûnê afirandiye ku xelk dikarin ji destpêkê ve welatîbûna duyem bi dest bixin lê ji aliyekî din ve, siyaseta koçberiyê jî heye ku kesên daxwaza parastinê dikin dikarin parastinê wergirin.
Lê heke êdî ev parastin ne pêwîst be û van kesan ne destûra kar û ne jî destûra mayînê hebe, divê welatê me bi cih bihêlin, ev jî bi heman şêweyê beşek jê ye.
Niha em nizanin rewşa Sûriyeyê dê çawa bi pêş bikeve. Kes nizane ka rejîm dê mafên pêkhateyên li Sûriyeyê qebûl bike, ka dibe ku hîn pevçûn hebin, welateke ku ji şerê navxweyî derdikeve nikare di şevekê de aram bibe. Ji ber vê kesên ku li wî welatî ewlehiya wan nabe venagerînin lê yên ku dikarin vegerin divê vegerin.
Rûdaw: Li Almanyayê gelek kes dibêjin demokrasiya Almanyayê di bin gef û metirsiyeke mezin de ye. Nêrîna we jî wisa ye? Hûn ditirsin ku demokrasî ji dest biçe? Baş e, we ji bo dengderên Kurd ên li Almanyayê ku bi hezaran in û dê biçin ser sindoqên dengdanê çi heye?
Rolf Mutzenich: Ez ji bo demokrasiyê bitrs im. Demokrasî ne sîstemeke rêveberiyê ye ku heta hetayê bimîne, divê berdewam têkoşîna wê were kirin. Hûn dikarin bibînin ku demokrasî çi qasî zû têk diçin.
Niha tenê li Awisturyayê binêrin, çawa partiyeke parêzkar dixwaze destûrê bide partiyeke biyanî ku serokatiyê bike. Ji bo wan dengderên ku ji Kurdistanê hatine cem me, ez dixwazim bibêjim, eger we li welatê me mala xwe dîtiye -ez gelek kesan nas dikim ku wisa kirine- rîca dikim ji bo Almanyayeke baş deng bidin. Ez bawer dikim, wekî ku hûn dizanin, Partiya Sosyal Demokrat, Almanyayeke baş dixwaze.
Ala Şalî
Rûdaw