Nûnerê ENKSê: Wê Pêşmergeyên Roj di artêşa Sûriyê de xwedî rol û pêgeheke girîng bin

Nûnerê ENKSê yê di desteya siyasî ya Hevpeymaniya Niştimaniya Sûriyê de Ebdula Serhan Kido ragihand ku wê cihê Pêşmergeyên Roj di nav artêşa nû ya Sûriyê xwedî roleke girîng be.

Nûnerê ENKSê li desteya siyasî ya Hevpeymaniya Niştimaniya Sûriyê Ebdula Serhan Kido got ku Serok Barzanî ji destpêkê ve li gel şoreşa gelên Sûriyê rawestaye û destê alîkariyê ji bo opozîsyona Sûriyê dirêj kiriye û li ser mijara Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî ragihand: ‘’Pêşmergeyên Roj ew tekoşerin ku rejîma hilweşyayî ya Sûriyê red kirine ku destê wan bikeve xwîna gelên Sûriyê, ji bo wê dê artêşa niştimanî ya Sûriyê de cîh û pêgeha wan girîng be.’’

Kido ji BasNewsê re daye zanîn, ‘’Serok Mesûd Barzanî li gel şoreşa gelên Sûriyê rawesta û piştevanî û alîkar bû û destê xêrê ji bo wê dirêj kir. Herwaha zêdetir ji 250 hezar koçberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê xwe girtin û piştevaniya wan kir. Serok Barzanî peywendiyekî bihêz li gel hêzên çalak li Sûriyê û navçeyê û cîhanê heye û wek merciya kurd rol dibîne û dikare xalên hevbeş ên navbera Kurdan û pêkhateyên din ên îdarya nû ya Sûriyê bicih bike.’’

Nûnerê ENKSê diyar kir: ‘’Herêma Kurdistanê take beşa Kurdistanê ye bi fermî li destûra Iraqê û li civaka navnetewî jî bi fermî hatiye nas kirin. Serok Barzanî merciya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye û rehenda niştimanî li temamê beşên Kurdistanê de û li rehenda navçeyî û navnetewî jî heye.’’

Kido got: ‘’Hilweşîna rejîma Esed beşek girîng bû di bendên şoreşa Sûriyê de û bendên din jî wek darêjandina destûra hevbeş û rêvebirina hilbijartineke azad û dabînkirina seqamgiriyê û xebata ji bo bingehkirin û geşepêdanê ye û ew jî erkên din ên girîng in, ku temamê niştimanperwerên Sûriyê bi temamî pêkhateyan ve li bendê ne û kurd jî wek erk û mafê xwe amadebûna wan têde hebe.’’

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *