Donald Trump sondxwar û bi fermî bû serokê 47emîn ê Amerîkayê.
Donald Trump piştî ku di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de bi ser ket û li Washingtonê merasîma sondxwarinê pêk hat û bû serokê 47emîn ê Amerîkayê.
Li Washingtonê merasîma sondxwarinê ya Donald Trump bi beşdariya bi hezaran kesan pêk hat.
Trump sond xwar û got: “Ez sond dixwim ku ez ê bi dilsozî erkê xwe yê serokatiya Amerîkayê bi cih bînim û destûra dewletê biparêzim û pêk bînim.”
Trump di hilbijartinan de li hemberî namzeda Demokratan Kamala Harris bi ser ketibû û 270 delegeyên pêwîst bi dest xistibû.
Di merasîmê de endamên malbata Trump û rayedarên bilind ên dewletê amade bûn.
Pêwîst e were gotin ku Trump berê jî di navbera salên 2016-2020an de serokatiya Amerîkayê kiribû.
Trump dê ji îro pê ve dest bi erkê xwe yê serokatiyê bike û ji bo çar salên bê dê rêveberiya Amerîkayê bike.
Rûdaw