Neviyê Şêx Seîd: Ev heqaret li hemû Kurdan hatiye kirin -Video

Neviyê Şêx Seîd Qasim Firat derbarê heqaretên li Rêberê Kurd Şêx Seîd hatiye kirin got, “Ev heqaret di şexsê Şêx Seîd de li hemû Kurdan hatiye kirin.”

Alîkarê Birêvebirê Giştî yê BELTAŞê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya CHPyê Alparslan Yilmaz, bêhnxweşkira otomobîlê ya bi wêneyê Şêx Seîd li odeya xwe daliqand û li ser medyaya civakî parve kir.

Yilmaz di parvekirina xwe de got “Seîd li ofîsa me li cihê ku heq dike daleqandî ye”.

Neviyê Şêx Seîd Qasim Firat bû mêvanê bultena Rûdawê û behsa armancên wan heqaretan kir.

“Divê rayedarên Kurdan bê deng nemînin”

Qasim Firat diyar kir ku ev heqaret di şexsê Şêx Seîd de li hemû Kurdan hatiye kirin û got, “Divê rayedarên Kurdan bê deng nemînin.”

Firat destnîşan kir ku Şêx Seîd ji bo Kurdan sembol e û got, “Ezîzê min, Şêx Seîd sembol e. Rabû got, ‘Em hene’.”

“Her ku ji bo Kurdan gavên erênî tên avêtin ev dertên holê”

Qasim Firat bal kişand ser demên ku ev heqaret tên kirin û got:

“Çi gava ku ji bo Kurdan gavên meqûl bên avêtin tiştên wiha derdikevin. Hêzên veşartî, gladyo û Kemalîstên muzmîn van heqaretan dikin.”

Firat da zanîn ku mesûlên van heqaretan serokên partiyan in û got, “Heqaretê li birûmet û cangoriyên me dikin.”

“Divê em meseleyê gur nekin”

Neviyê Şêx Seîd diyar kir ku divê Kurd meseleyê gur nekin û wiha got:

“Divê em hesabê xwe li ser wê bikin ku em dê çawa bigihin serfiraziyeke birûmet. Dilê min diêşe lê divê em bi sebir bin.”

Firat di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê jî û got:

“Divê em ji bo serkeftina Rojava û 3 parçeyên din ên Kurdistanê bi hesab û eqil tevbigerin.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *