Cîgirê Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Elî Rehmûn ragihand ku hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li gel hevdîtina Ebdî û Ehmed Şer gavên erênî ne.
Elî Rehmûn destnîşan kir ku “nenavendîtî ji bo Sûriyeyê çareseriya herî guncav e.”
Rehmûn bal kişand ser girîngiya diyalogê wekî rêbazekî bingehîn ê çareserkirina pirsgirêkan.
Wî tekez kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk amade ne tevlî Artêşa Sûriyeyê bibin.
Meclisa Giştî ya MSDyê di civîna xwe ya berfireh a dawî de ragihand ku Sûriye li ber qonaxeke nû ye ku pêwîstî bi yekîtî û karê hevbeş heye.
Li aliyê din jî behsa lihevkirineke di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêveberiya nû ya Sûriyeyê de û civînên li Hewlêrê tê kirin.
Cîgirê Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Elî Rehmûn bû mêvanê Rûdawê pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:
Rûdaw: Em bi hevdîtina ku berî çend rojan di navbera Serok Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî de li Hewlêrê pêk hat dest bi axaftinê bikin. Hûn vê hevdîtinê çawa dibînin û ew çawa derbas bû?
Elî Rehmûn: Pêşî ji Şama paytexta Sûriyeyê em bixêrhatina we dikin, bi taybetî piştî ku zalim reviya û rejîma zordar rûxiya û bi vî awayî hebûna Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) wekî saziyeke siyasî ya Sûrî li paytextê, bû tiştekî fermî.
Rast e wekî we got rewşa Sûriyeyê di qonaxeke nû de ye û pêwîst e em hemû yekgirtî bin da ku Sûriye bigihîje aramî û ewlehiyê û beşdariya siyasî pêk were, ji ber ku rejîma zordar nehişt Sûrî bi hev re bin. Lewma îro di vê qonaxê de pêwîst e hemû kes bibin yek ji bo avakirina Sûriyeya nû.
Hevdîtina di navbera General Mezlûm wekî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Kak Mesûd Barzanî de, temamkerê hevdîtina berê ya di navbera General Mezlûm Ebdî û Serokê Rêvebiriya Operasyonên Siyasî ya Şamê Ehmed Şerh de ye.
Ev hemû hewldan in ji bo bicihkirina ewlehî û aramiyê li seranserê axa Sûriyeyê, ji ber ku rejîma berê li ser bingeha perçekirin û jihevxistina hêz û herêman dixebitî. Ji ber vê em van gavan wekî gavên erênî dibînin ku di rêya rast de ne ji bo bicihkirina ewlehî û aramiyê li seranserê axa Sûriyeyê.
Em dizanin ku Hewlêr jî ji ber têkiliyên biratiyê yên di navbera her du herêman de di ewlehî û aramiya bakur û rojhilatê Feratê de roleke girîng dilîze.
Rûdaw: Belê, mamoste Elî em berê xwe bidin Şamê, civîna di navbera Serokê birêvebiriya Sûriyeyê Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî de li Şamê çawa bû?
Elî Rehmûn: Rûniştina ji bo diyalogê bi rastî gaveke erênî ye ji bo gihiştina lihevhatinên hevbeş û rêlibergirtina şer û vegera tundûtijiyê. Diyalog rêya sereke ye ji bo têgihiştinên ku dikarin aramî û ewlehiyê li welêt biafirînin.
Di civînê de gelek xal di navbera her du aliyan de hatin gotûbêjkirin da ku ew wek aliyên Sûrî tevbigerin. Wek ku hat ragihandin, civîn gelekî erênî bû û dê li pey wê civînên din jî pêk werin ji bo gihiştina lihevkirinên di navbera Sûriyeyiyan de, çi di warê leşkerî, birêvebirî, ewlehiyê an jî siyasî de be.
Ji vî aliyî ve, hemû çavdêran bi erênî li vê yekê nerîn, da ku rê li ber şer û pevçûnên ku hin alî hewl didin bînin holê were girtin. Her wiha ji Ehmed Şer (ku niha berpirsê birêvebirina welêt e) hat xwestin ku rola navbeynkar û pirekê bilîze ji bo rêlibergirtina şerê di navbera komên bi navê Artêşa Niştimanî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de.
Divê were diyarkirin ku nermiya General Mezlûm û amadekariya wî ya ji bo diyalogê û gihiştina lihevkirinên ku welêt ji şerên navxweyî biparêze, armanca wî gihiştina aramî û ewlehiyê ye ku yekîtiya axa Sûriyeyê û gelê wê biparêze û herwiha li seranserê herêmê, çi li bakurê rojhilat û çi li bakurê rojava, seqamgiriyê biafirîne.
Kongreya dawî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) wek saziyeke siyasî ya Sûriyeyî tekez kiribû ku yekîtiya Sûriyan rêya tenê ye ji bo gihiştina çareseriya siyasî û diyalog dê me bigihîne vê armancê. Ji ber vê yekê, ev civîn bû sûpapa ewlehiyê ji bo gihiştina lihevkirinên di navbera Sûriyeyiyan de da ku roleke me ya sereke di avakirina Sûriyeyê de hebe.
Rûdaw: Ez ji axeftinên te wisa têgihiştin Birêz Elî ku Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî di civîna di navbera xwe de li hev kirin ku rê nedin tundiyê û hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê çareser bikin? Rast e?
Elî Rehmûn: Belê belê, hevdîtin li ser wê yekê bû ku ew diyalogê berdewam bikin da ku welat bi rêyên cuda bigihêje aramiyê. Ji ber vê, yek ji mijarên ku hatin gotûbêjkirin avakirina komîteyan bû ji bo lêkolîna hemû mijarên ku di navbera wan de hene yan jî dikarin bibin sedema pirsgirêkan.
Wekî min anî zimên, berê Sûrî ji hevdîtin, diyalog û nîqaşkirina di navbera xwe de bêpar bûn lê îro ti astengî li pêşiya vê yekê nînin. Ji ber vê sedemê, ev hevdîtin bû destpêkek ji bo hevdîtinên din ên ku ez bawer dikim dê di demeke nêzîk de di navbera du aliyên siyasî yên Sûrî de li ser astên cuda pêk werin – çi leşkerî be, çi ewlehî be, çi jî îdarî be.
Nermiya General Mezlûm bi amadebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo ku bibin beşek ji artêşa niştmanî ya Sûriyeyê ya paşerojê xurt bû. Her wiha wî gazî rêveberiya nû kir da ku birêvebirina cihên ku berê di destê desthilata Esed de bûn û xalên sînor bigire dest. Bi vî awayî, wekî ku ez bawer dikim, her du aliyan jî ji vê hevdîtin û danûstandinê dilrehetî nîşan dan.
Rûdaw: Gelo ew komîteyên ku tu behsa wan dikî birêz Elî, hatine pêkanîn, ew komîteyên ku Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer di civînên navbera xwe de li ser li hev kirin?
Elî Rehmûn: Ez bawer dikim ew di qonaxa avakirinê de ne. Wekî hûn dizanin, desthilata Şer desthilateke nû ye û heta niha jî di qonaxa avabûnê de ye. Her wiha li gorî baweriya min, rêveberiya heyî jî, ji bo ku bigihêje asta pêwîst, gelek tişt kêm in.
Lê mijar di qonaxa avakirinê de ye ji aliyê her du aliyan ve. General Mezlûm amadekariya xwe nîşan da ku ev komîte amade bin û bi baweriya min niha top di qada rêveberiya Şer de ye.
Rûdaw: Gelo di demeke nêzîk de dê hevdîtineke din di navbera wan de çêbibe?
Elî Rehmûn: Derbarê vê mijarê de ez nizanim ka dê hevdîtineke din çêbibe yan na, lê bêguman pêwendî berdewam e ji ber ku tiştê ku îro li ser axa Sûriyeyê diqewime hewldanek e ji bo ku em vegerin rewşa aştî û aramiyê. Bêyî hevdîtinan ev ne mimkun e.
Bi taybetî em dizanin ku hin hewldanên hin aliyan hene, çi herêmî çi jî hundirîn, ji bo ku careke din tevliheviyê derxin. Ji ber vê, ji bo rêlibergirtina şer û şerê navxweyî, divê pêwendî û hevdîtin berdewam bikin.
Dema pêwîst be, ez bawer dikim dê bê guman ev mimkun be, bi taybetî piştî hevdîtina Şer û General Mezlûm, me dît ku General Mezlûm şandeyeke hikûmeta Hewlêrê pêşwazî kir û piştre çû serdana hikûmeta Hewlêrê.
Ez bawer dikim ku Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê dê roleke navbeynkariyê ya serkeftî, baş û erênî bilîze. Ev rol gelekî girîng e û bi rastî jî ji bo belavkirina ewlehî û aramiyê li seranserê herêmê û li seranserê Sûriyeyê, ne tenê li bakur û rojhilatê Feratê, ev yek dê ji wan re were tomarkirin.
Rûdaw: Em bên ser mijara diyaloga niştimanî. Gelo hûn dê beşdarî vê konferansê bibin ku wê li Şamê bê lidarxistin?
Elî Rehmûn: Heta niha bi awayekî fermî gazî konferansa diyaloga niştimanî nehatiye kirin, ya ku rêveberiya siyasî bang lê kiriye yan jî propagandaya wê hatiye kirin. Ji ber vê, gelek tişt kêm in.
Pêşî, komîteyeke amadekar a ragihandî tune. Me jî wekî hemû Sûriyeyiyan bihîst ku bangek ji bo konferansa diyaloga niştimanî heye ku dê ji 1200 kesan pêk were lê ev kes kî ne? Rêbaz çi ne? Kî dê nûnertiya gelê Sûriyeyê bike? Ev hemû tişt heta îro ne diyar in.
Ji aliyekî ve tiştê ku hatiye gotin an jî bangkirina wê bi tevahî ne zelal e û ji aliyê din ve, wekî ku em di Meclisa Sûriyeya Demokratîk de dibînin, wekî improvîzasyonekê ye. Ji ber vê, bangkirin çend caran hat paşxistin ji ber rexneyên ku li vê bangkirina veşartî hatin kirin û her wiha ji ber ku navên kesan nehatine ragihandin.
Heta îro, wekî hûn dizanin, ne komîteyeke amadekar heye û ne jî rêbazeke zelal heye. Hêzên siyasî û nûnertiya wan di vê konferansê de hatine piştguhkirin. Ji ber vê, ew kesên ku hatine gazîkirin, wekî ku hat belavkirin, li ser bingeha kesayetî, olî, mezhebî yan jî erdnîgarî bûye.
Gelek kes hene ku bingeha vê gazîkirinê red kirine. Ji ber vê, îro her ku rexneyek tê kirin, ev gazîkirin tê paşxistin. Heta îro jî, wekî ku ez bawer dikim, ev konferans hatiye paşxistin heta agahdariyeke din, tevî ku bi awayekî ne fermî hat gotin ku dê 20ê Sibatê çêbibe. Ez careke din tekezî dikim ku ev tiştên ku hatine belavkirin.
Nexwe, gazîkirineke zelal a vê konferansê tune ji ber ku rêbazên pêkanîna wê ne zelal in û bi rastî jî nerazîbûneke giştî heye ji aliyê hêzên siyasî û hêzên civaka Sûriyeyê û heta ji aliyê çalakvan û xebatkarên di warê giştî de li hemberî van rêbaz û şêweyan.
Ji ber vê, ez bawer dikim ku ev konferans, heger rêbazên wê yên zelal nebin, di demeke nêzîk de nayê birêvebirin.
Rûdaw: Birêz Elî Meclisa Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê daxwaza federaliyê dike, gelo MSD jî daxwaza federaliyê dike?
Elî Rehmûn: Meclisa Sûriyeya Demokratîk, pêşî li gorî nêrîna xwe ya siyasî ji bo Sûriyeya paşerojê û wekî di nexşerêya ku pêşkêş kiriye de, ya ku li Sûriyeyê tê, ew e ku Sûriye bibe welatekî demokratîk, pirçandî û nenavendî.
Nenavendîbûn, dê ji aliyê gelê Sûriyeyê, destûra Sûriyeyê û parlamentoya Sûriyeyê ve were dariştin. Ji ber vê, li ser vê mijarê nêrîneke wan a zelal tune ye, lê tenê ew dibêjin ku divê Sûriye ji ber çend sedeman, ku ez ê vegerin ser wan, li ser bingeha erdnîgarî nenavendî be.
Ev jî ji du sedemên girîng tê: Ya yekem, ji bo ku zordarî venegere, ji ber ku desthilata navendî dê bibe sedem ku careke din zordarî vegere ser rêvebiriya Sûriyeyê. Ji aliyê din ve jî, pêşketina hevseng a li ser asta ceografî ya Sûriyeyê, li ser bingeha nenavendîbûna ceografî, dikare ji bo Sûriyeyê gelekî baştir be.
Yanî mimkun e ku Sûriye li ser bingeha herêman be, di nav kevanekê de wekî ku berê di serdema rejîmê de wekî parêzgehan bû, lê bi rastî heta îro ji aliyê Meclisa Sûriyeya Demokratîk ve ti nêrîn tune ku banga federaliyê li Sûriyeyê bike.
Wekî min got, tiştê ku Sûriyeyî li ser li hev bikin, çi di parlamentoyê de be çi di destûra Sûriyeyê de be, Meclisa Sûriyeya Demokratîk dê li gel nêrîna gelê Sûriyeyê hevaheng be.
Rûdaw: Pirseke min li ser çarenivîs û paşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk heye, gelo wê bibin wekî hêzên Pêşmergeyên li Herêma Kurdistanê û Îraqê, yanî beşek ji sîstema artêşa Sûriyeyê û kiyana xwe ya taybet di nav hêzên Sûriyeyê de hebe?
Elî Rehmûn: Wekî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk radigihînin, pêşî ew hêzeke niştmanî ne û ji nêrîna wan, hêzên çekdar divê ji bo parastina sînoran bin. Ji ber vê, ew di bingehê de ji bo parastina beşek ji erdnîgariya Sûriyeyê û têkoşîn û têkbirina DAIŞê hatine avakirin, wekî ku hûn dizanin.
Piştî têkbirina DAIŞê, HSDyê amadekariya xwe nîşan da ku bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê. Ez bawer dikim îro ev di qonaxa avakirina artêşa Sûriyeyê ya dixwazin de ye ku bibe beşek jê. Ka dê ev beşdarbûn çawa be û rêbazên wê çi bin, ez bawer dikim ev mijar hîn di nav nîqaş û diyalogan de ye.
Ez careke din tekezî dikim, wekî ku General Mezlûm ragihand, HSD amade ye ku bibe beşek ji artêşa niştmanî ya tê xwestin. Zehmet e ku ez îro bi wateya berawirdkirinê bi hêzên Pêşmerge yên li Herêma Kurdistana Îraqê re biaxivim, ji ber taybetmendiya pêkhateya neteweyî ya li Kurdistanê.
HSD, wekî ku hûn dizanin, hêzeke hevbeş e ji gelek etnîsîte û olan pêk tê. Di nav HSDyê de Ereb, Kurd, Asûrî, Suryanî, Çerkez û Tirkmen hene. Her wiha hêzên din ên ku berê beşek ji Artêşa Azad bûn li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê hene. Ji ber vê, ji hêzên Pêşmerge cuda ye ji ber ku Pêşmerge berê ji bo rizgarkirina Herêma Kurdistana Îraqê hatibû avakirin û ji ber vê erkeke cuda ya her yekê hebû.
Ji ber vê, zû ye ku ez bibêjim dê bibe kopiyeke hêzên Pêşmerge yan jî dê kopiyeke amade ya li ser hatiye lihevkirin hebe yan jî nêrîneke tund li ser hebûn û rêbazên wê hebe. Ev jî wekî ku ez bawer dikim dê bikeve nav diyalogên kûr, lê ez careke din tekezî dikim ku HSD israr dike ku bibe beşek ji parastina erdnîgariya Sûriyeyê û beşek ji parastina gelê Sûriyeyê bi hemû reng û pêkhateyên xwe ve, çi Ereb bin, çi Kurd bin, çi Çerkez bin, çi Suryanî bin, çi Asûrî bin.
Rûdaw: Armanca we ji hewldanên we yên li Şamê ji bo avakirina eniyeke siyasî ya Sûriyeyî çi ye?
Elî Rehmûn: Wekî ku hûn dizanin, rejîma berê û rejîma zordariyê asteng bû li pêşiya hebûna her hêzeke siyasî li ser axa Sûriyeyê. Ji ber vê, wekî Meclisa Sûriyeya Demokratîk û wekî saziyeke siyasî ya ji komek partî û kesayetiyan pêk tê, derfet ji me re çênebû ku em li Şamê bin.
Îro piştî rûxandina rejîma zordariyê, cih û mekanê me yê xwezayî bûye paytext. Ji ber vê, gava yekem hebûna me ye li paytextê ji bo diyalogê bi hêzên siyasî yên din re ku rejîma berê hewl dabû wan parçe bike û belav bike da ku bi her hêzekê re bi serê xwe tevbigere.
Îro em herî zêde hewcedarî wê ne ku em bibin yek dest ji bo avakirina Sûriyeyê û bi hev re biryarê bidin ka dê çarenivîsa Sûriyeyê çi be û rola me dê di beşdariya me ya avakirina Sûriyeyê de çi be li gel hêzên siyasî yên din.
Ji ber vê, em li vir in da ku em bi gelê xwe re, bi hêzên wî yên siyasî re, bi hêzên wî yên civakî re bin da ku rola me ya çalak di avakirina Sûriyeya me de hebe ku em hemû bi hev re ava bikin wekî Sûriyeyeke demokratîk, Sûriyeyeke pirçandî, bêyî ti dûrxistin û bêyî ti piştguhxistin.
Ev mafê me yê xwezayî ye ez bawer dikim ku em li vir bin, li paytextê li Şamê da ku em rola xwe bi cih bînin li gel nûnerên din ên hêzên siyasî û civakî yên Sûriyeyê.
Rûdaw: Bi kurtî eger bersiva min bidî, MSDyê ofîseke xwe li paytexta Sûriyeyê li Şamê vekir?
Elî Rehmûn: Belê em îro li Şamê ne û ev mafekî xwezayî, qanûnî û rewa ye ji ber ku nêrîna me ya siyasî li dijî hemû hêzên siyasî nîne û ji ber ku armanca me, wekî hemû hêzên siyasî, avakirina Sûriyeya paşerojê ye, Sûriyeya ku mafên hemûyan misoger dike.
Wekî ku em dizanin, yek ji armancên herî girîng ên Meclisa Sûriyeya Demokratîk avakirina dewleteke welatîbûna wekhev e di navbera hemû Sûriyeyiyan de. Ji ber vê, ev mafê me ye û ev e ya ku em bi hêzên siyasî yên din re dixwazin.
Ji ber vê, em gazî hevdîtinên şêwirmendiyê bi hêzên siyasî re dikin da ku rola me ya girîng di avakirina Sûriyeya me de hebe. Sûriye ji aliyê yek alî ve nayê avakirin, lê divê ji aliyê hemû hêzan ve bi hemû rengên xwe ve were avakirin, bêyî ti dûrxistin û bêyî ti piştguhxistin.
Rûdaw: Gelekî spas Birêz Elî Rehmûn cîgirê hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk ji Şamê tu mêvanê min bû.
Elî Rehmûn: Ser çavan ji Şamê. Em her tim gazî we dikin ku hûn werin Şamê û em hêvî dikin ku Sûriyeya bê dê bibe dewleta welatîbûnê ji bo hemûyan.
Rûdaw: Spas, gelekî spas mamoste Elî.
Netewe