Nûnera MSDyê Sînem Mihemed: Ez dê beşdarî merasîma Trump bibim -Video

 

Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemed ragihand ku ew dê beşdarî merasîma destbikarbûna ya Donald Trump bibe.

Sînem Mihemdê diyar kir civîna di navbera Serokê Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de gelekî girîng bû û ev xwesteka hemû gelê Kurd bû.

Sînem Mihemedê eşkere kir ku di çend rojên pêş de dê civînên girîng bên lidarxistin û got ku di civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî de rola Kurdan a li Sûriyeyê hatiye gotûbêjkirin.

Mihemedê destnîşan kir ku piştevaniya Serok Barzanî gelekî girîng û got, “Serok Barzanî û General Mezlûm dixwazin Kurd bibin yek û bi helwesteke hevbeş bi Şamê re gotûbêjan bikin.”

Bi gotina Sînem Mihemedê divê piştevaniyeke zêdetir ji bo Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê.

Nûnera MSDyê ya Amerîkayê her wiha tekez kir ku  dewleteke navendî li Sûriyeyê serkeftî nabe û got:

“Me ji Amerîkayê re gotiye ku em sîstemeke ne navendî dixwazin.  Sîstema Rêveberiya Xweser dikare pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike.”

Nûnera MSDyê destnîşan kir ku nerîna Amerîkayê li hember Kurdan erênî ye û Amerîka dixwaze ku pirsgirêk bi rêya siyasî bên çareserkirin.

Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Amerîkayê Sînem Mihemed ji Washingtonê beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Şahiyan Tehsînê bersivandin.

Rûdaw: Em dê kengî encamên vivîna di navbera Serok Barzanî û Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî de bibînin?

Sînem Mihemed: Ez gelekî spasiya we dikim, bi rastî ew civîneke gelekî girîng bû. Ew civîn li gorî xwesteka hemû gelê Kurd bû, xwestekeke netewî ye ji hemû çar parçeyên Kurdistanê re. Ev wêneya derketiye ya birêz Kek Mesûd û General Mezlûm, bi rastî dilê hemû Kurdan şa kir.

Ji ber wê em dibînin ku ew cîheke girîng bû, ji bo vê merheleya ku em têre derbas dibin, li Sûriyeyê û hemû herêmê guherînên mezin çê dibin. Ji bo wê jî gelekî girîng e, çawa ku gelê Kurd jî cihê xwe tê de bigire. Ev guherînên çêdibin, divê em jî wekî Kurd cihê xwe di vê guherînê de bigirin.

Ji bo gelekî girîng e, ji bo hemû Kurdên me li Rojavayê Kurdistanê bi yekdengî û yeknêrîn û hevbeş, em bi hev re bi Şamê re goftûgoyan bikin, mafên Kurdan, paşeroja Kurdan dê çawa bibe, ev gelekî girîng e.

Bê guman di paşerojê de hin tiştên din dê çê bibin, civînên din careke din çê bibin. Em dikarin bêjin, dibe ku li ser gelek xalan rawestin. Ez guman dikim paşeroj dê gelekî baş be. Encamên baş dê jê derbikevin.

Rûdaw: Pir baş e, hûn dibêjin di paşerojê de dê civînên din çê bibin, mebesta we civînên din di navbera Serok Barzanî û birêz Mezlûm Ebdî de bin, yan hin aliyên din jî hene?

Sînem Mihemed: Li rojavayê Kurdistanê di nava hemû Kurdan de dê careke din civîn çê bibin û li ser wê jî nîqaş dê werin kirin. Bê guman berê jî Diyaloga Kurdî – Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çend caran çê bûbû û rawestiya. Dîsa îsal careke din çê bû, ango ew girîngiyekê didin Diyaloga Kurdî – Kurdî ku karibin di paşerojê de çawa pirsgirêka Kurd li hundirê Sûriyeyê çareser bibe.

Rûdaw: Di civîna di navbera Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî de, hûn dikarin hinekî ji naveroka wê ji me re bêjin? Çi hate axaftin, dûrî ji daxuyaniyên ku hatine ragihandin, çi hatiye behskirin, ti rêkeftinek hebû, xalên ku herî zêde girîngî pê dane çi bûn?

Sînem Mihemed: Hemû naveroka wê, zaniyarên li ser medyayê derketine, ew in. Lê ez guman dikim ku tiştê hatiye kirin, berê jî beriya çend salan rêkeftina Hewlêrê hebû, ya Dihokê hebû, di nava wan civînan de Kek Mesûd tekez dikir li ser ku bikaribe alîkar be Kurd li Rojavayê Kurdistanê karibin bi hev re kar bikin, karibin bi hev re bigihînin encamekî baş  ji bo pirsgirêkên Kurdan, bi taybet niha di vê demê de.

Rêjîma Sûriyeyê hat hilweşandin, niha rola Kurdan li wir çi ye. Ji ber wê ez guman dikim ku her du alî Kek Mesûd Barzanî û General Mezlûm xwesteka wan heye ku Diyaloga Kurdî ber bi çareseriyê ve here, karibin rêkeftinekê çêbikin, gelekî tekez dikirin li ser wan xalên ku hemû Kurd çawa li Rojavayê Kurdistanê bi hev re kar bikin û çawa li Şamê jî bi hev re diyalogê bikin. Ev gelekî girîng e. Alîkariyên Başûr, alîkariyên Serok Mesûd Barzanî di wî alî de jî gelekî girîng e.

Rûdaw: Piştî civînê li Rojavayê Kurdistanê, pêngavên Rêveberiya Xweser û aliyên din çi ne?

Sînem Mihemed: Ew li ser diyalogê dimîne, di navbera wan û Rêveberiya Xweser de dê çi çêbibe, dê çawa bi hev re kar bikin. Rêveberiya Xweser wekî em dizanin ne tenê Kurd in, pêkhateyên din jî tê de hene, Ereb in, Suryan in, hemû tê de hene.

Ji bo wê jî li ser wê tekez bikin dê çawa bi hev re bi Rêveberiya Xweser re kar bikin. Partiyên Kurdan li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gelekî bi hev re kar dikin, hin ji wan ne di nava MSDyê de ne, hin hene ne di nava Rêveberiyê de ne. Çawa karibin van hemûyan bi hev re kar bikin, bi yek alî, bi yek nêrîna hevbeş bi hev re kar bikin di nava Rêveberiya Xweser de, niha ew gelekî girîng e.

Eger yekbûnek Kurdan çêbibe, wê demê jî em dikarin bêjin, Amerîka, dewletên Ewropî dê bikarin ji bo Rêveberiya Xweser zêde piştgiriyê bikin.

Rûdaw: Em dê kengî encamên  gotûbêjên Kurdî – Kurdî li Rojavayê Kurdistanê  bibînin?. Niha çê tê kirin, niha çi di rojevê de heye? Civîna kê û kê heye?

Sînem Mihemed: Niha bi rastî zaniyariyên min zêde li ser vê mijarê nînin ku çawa civîn çêdibin. Niha General Mezlûm nû vegeriyaye Rojavayê Kurdistanê, hûn dizanin niha şerekî giran li Bendava Tişrînê rû dide. Ji ber wê jî ew niha mijûlî wê ne lê ez texmîn dikim, di demeke nêzîkî de, gelek aliyên Kurdan dê hemû bi hev re rûnin û General Mezlûm jî dê encamên goftûgoya li Hewlêrê çêbûye dê ji wan re bêje.

Rûdaw: Baş e, Kurdên Rojavayê Kurdistanê gihîştine biryarekê ku modêla li Sûriyeyê dê çawa be?

Sînem Mihemed: Ev mijar dê bi diyaloga bi hemû gelê Sûriyeyê re bibe. Lê em nenavendiyê dixwazin, xweseriyeke demokrat dixwazin. Dibe ku li gorî diyaloga me ya bi Şamê re em gederaliiyê li ser maseyê deynin. Federalî bi çi şêwazî ye, gederalî çi ye, yan jî xweseriya demokrat, gelo dê çawa bi rê ve biçe, ev hemû li gorî birêveçûna diyalogê bi Şamê re û bi hemû gelê Sûriyeyê re dê diyar bibin.

Ev herêm wekî min gotiye, ne herêmeke Kurdan tenê ye, hemû pêkhateyên li wir Ereb in, Suryan in, Tirkmen in, Ermen in û hemû bi hev re karibin diyaloga bikin, jixwe ew bi xwe jî xweseriya demokrat dixwazin.

Ev 10 sal in Rêveberiya Xweser bi rastî karibû karekî baş bide meşandin û hemû pêkhateyên li wir li gel wê ne. Ji ber wê jî dibe ku diyalog li ser wê jî bi Şamê re çêbibe. Ez texmîn dikim, niha ev ya rast e. Dewleteke Sûriyeyê wekî dema berê, dewleteke navendî ti carî nameşe. Me dît ku rêjîma Esed çawa gelek pêkhate wekî Kurd û pêkhateyên din, gelekî li ser wan zor û zehmetî çêbû. Sîtemeke nenavendî dê çareseriyê bi xwe re bîne.

Rûdaw: Sînem Xan min dixwast bizanibim niha tiştekî yan projeyeke MSDyê heye? Dixwaze bi çi biçe ser maseya li gel Kurdan, yekem tişt ez dixwazim wê bizanibim. We daxwazên xwe gihandine Amerîka ku hûn dixwazin hukum li Sûriyeyê çawa be?

Sînem Mihemed: Ev 6 sal in ez li vir li Washingtonê me, nêrîna me ew e ku dewleteke nenavendî wekî Rêveberiya Xweser li wir ava bibe. Ev nêrîna me ye û demeke dirêj e, em li ser kar dikin û xwasteka me jî ew bû.

Ev xwesteka me ji demeke zû de ye û hemû aliyên ku em xwe digirhînn wan, em vê daxwazin. Ev xwestek ji bo hemû pêkhateyên herêmê gelekî girîng e. Wekî hûn dizanin herêm ne tenê Kurdî ye, ev girîng e ku çawa ev hemû pêkhate li bakurrojhilatê Sûriyeyê bi hev re jiyan bikin, çawa bi hev re kar bikin, çawa me Xweseriya Demokratîk 10 salan bi hev re kar kir.

Em dîsa dikarin berdewam bikin. Me gotiye ku ev sîstema Rêveberiya Xweser, sîstema ku karibe pirsgirêkên li Sûriyeyê hene çareser bike. Careke din sîstemeke navendî wekî berê, ez texmîn nakim ti carî bibe xwesteka hemû gelê Sûriyeyê

Rûdaw: Tê gihîştim, nêrîn û bersiva Amerîka û bi taybet ya Komariyan li ser rol û pêgeha Kurdan a li Sûriyeyê çi ye?

Sînem Mihemed: Heta niha bi rastî çi Demokrat û çi jî Komarî ji bo Kurdan nêrîneke gelekî baş e, nêrîneke pozîtîv e, alîkariya Kurdan dikin, ev gelekî girîng e, ew jî dizanin Kurdan li Rojavayê Kurdistanê şerê DAIŞê kir û bi ser ketin, ev ji bo wan girîng e.

Pirsgirêka DAIŞê li Sûriyeyê pirsgirêkeke gelekî mezin e ku belav bû û heta Ewropa hat, tirsa wan jî tê de heye ku DAIŞ zêde belav bibe û tehdîdeke mezin li ser ewlehiya wan bike.

Ji ber wê gelekî li ser wê disekînin. Her tim dibêjin, em li vir in li Sûriyeyê ne, ji bo em şerê DAIŞê bikin û wan tune bikin. Bi rastî heta niha hîn jî DAIŞ heye, şaneyên wê yên veşartî hîn jî hene. Heta niha zîndaniyên DAIŞê 10 hezar kes in. Kampa Hol û kampên din hene bi hezaran kes tê de hene. Ev hemû pirsgirêkên mezin çêdikin. Amarîka bi xwe jî gihîştine wê nêrînê ku kesekî wê pirsgirêkê çareser bike, ji bilî Kurdan nîne.

Rûdaw: We ji bo mana Amerîkayê û piştevaniya wan ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê gerantiyeke siyasî wergirtiye?

Sînem Mihemed: Ne bi rengekî fermî lê em dikarin bêjin ku niha rêveberiyeke nû tê, serokekî nû tê, sibe yan du sibe, dê dest bi kar bike. Ev rêveberiya heyî piştgiriya Kurdan dike û dixwaze mafên Kurdan li Sûriyeyê were misogerkirin. Dê bi çi şêwazî were misogerkirin, ew dê bi xwesteka gelê Sûriyeyê re be.

Ew dibêjin gelê Sûriyeyê çi dixwaze divê ew biryarê bidin. Em jî wekî gelê Sûriyeyê dibêjim em dixwazin dewleteke Nenavendî wekî Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê were avakirin. Ev ji bo pirsgirêka Kurdan jî li Sûriyeyê were çareserkirin, bi rengekî demokrat.

Rûdaw: Pirsgirêka herî sereke ya niha ya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û pêkhateyên wê ev êrişên Tirkiyeyê û grûpên nêzîkî wê ne, yên ku êrişan dibin ser navçeyên derdora Kobanî û Bendava Tişrînê û şerên heta niha berdewam in. Hewlek heye li Amerîka ji bo rawestandina van êrîşên Tirkiyeyê?

Sînem Mihemed: Rast e, berî şer dest pê bike û heta niha jî Tirkiye hewl dide. Hûn dizanin pirsgirêkeke mezin heye, Tirkiye dewleteke NATO ye. Tirkiye ji Ameîrka, Ewropa û hemûyan re cihekî stratejîk û girîng e. Ji ber wê  Amerîka her tim bi rengekî dîplomasî dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike.

Amerîka niha di vî warî de gelekî kar kir, di aliyê dîplomasî û aliyekî din de goftûgo bi Tirkiyê re kirin û ji Tirkiyeyê re got ku divê ev şer were rawestandin û rêkeftinekê di navbera xwe de çê bikin.

Lê diyar e, car bi car Erdogan dibêje ku ew wekî derfetekê dibîne. Niha em di demeke veguhêz de ne ya di navbera hikûmeta Biden û hikûmeta Trump de. Ev qonax gelekî girîng e, Erdogan jî dizane, ji ber wê jî ew berdewam dike.

Şer niha ne tenê ji aliyê grûpên ser bi Tirkiyeyê ve ye, Tirkiye bi xwe jî bi balefiran êrişî gelê me dike. Tirkiye bi dronan êrîşan dibe ser gelê me, ji ber wê jî niha Erdogan derfetekê dibîne ku karibe tiştekî bi ser bixe beriya ku Trump were ser desthilatê. Ji ber wê jî berxwedana gelê me gelekî girîng e ku nahêle dewleta Tirk bigihîje armanca xwe.

Rûdaw: Destbikarbûna Trump sibe na du sibe ye, ango 20ê mehê ye, bi nêrîna we çi di rewşa Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî Kurdan de dê were guherîn. Beriya niha carekê Trump gotibû, ez dê hêzên xwe vekişînim û tenê dê parastina bîrên petrolê bikin. Bi nêrîna we vê carî piştî destbikarbûna Trump tiştekî wisa heye? Yan jî dê rê li ber êrişên Tirkiyeyê bigire?

Sînem Mihemed:  De Trump wisa gotibû û rewş niha hatiye guherîn. Niha rewşa Sûriyeyê hemû hatiye guherîn, rewşa herêmê hemû hatiye guherîn, Trump jî wê dizane, niha alîgirên Trump, Wezîrê Karên Derve, Serokê Asayîşa Niştimanî û yên li Koşka Spî, ev hemû pirsgirêka Kurdan dizanin. Ji ber wê jî ez texmîn nakim ku careke din Trump wê gotinê dubare bike. Trump dê siyaseteke cûda bide meşandin. Ez texmîn dikim wiha ye û hêvî dikim, pêwendiyên me bi tîma wî re heye. Em dibînin ku çawa ew piştgiriya Kurdan dikin.

Rûdaw: Ji bo roja destbikarbûna wî û merasîmê, hûn dê beşdar bibin? Çi şandeyek ji Rojavayê Kurdistanê dê beşdar bibe?

Sînem Mihemed: Na, heta niha tiştekî wiha nîne, ti şandeyek ji Rojavayê Kurdistanê nehatiye

Rûdaw: Mezlûm Ebdî jî nayê?

Sînem Mihemed: Ez texmîn dikim wî bi xwe jî gotibû, na, nayê.

Rûdaw: Hûn jî beşdariyê nakin?

Sînem Mihemed: Înşallah ez dê beşdar bibim.

Rûdaw: Hûn dê li gel kê beşdar bibin?

Sînem Mihemed: Ez dê bi tena xwe beşdar bibim.

Rûdaw: Gelek spas ku îro tu mêvana me ya bûyî.

Sînem Mihemed: Spas ji bo we jî silav û rêz.

Rûdaw

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *