Navenda Çanda Ermeniyan li taxa Kelasê ya bajarê Hisîçayê bi merasîmekê hat vekirin.
Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, ev navend bi hevkariya Meclisa Civakî ya Ermeniyan li taxa Kelasê ya Hisîçayê vekir.
Li gorî nûçeya ANHAyê, Navenda Çanda Emeniyan bi armanca bipêşxistina jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de û parastina çanda gelên herêmê hatiye vekirin.
Di merasîma vekirinê de bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jinan û nûnerên meclisên leşkerî hazir bûn.
Piştî vekirina deriyê navendê, deqeyekê rêz hat girtin.
Pişt re Hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Firyal Çolî axivî.
Firyal Çoliyê vekirina navendê li gelên herêmê pîroz kir û “silav li berxwedana HSD û YPJyê kir.”
Firyalê diyar kir ku vekirina vê navendê di dîrok û çanda gelê Ermen de pêngavek e û diyar kir ku projeya neteweya demokratîk a jiyana hevbeş ji hemû cîhanê re bûye mînak.
Firyalê anî zimên ku çanda gelan hebûna wan e û diyar kir ku divê çanda pêkhateyên herêmê biparêzin.
Şêwirmendê Meclisa Civakî ya Ermeniyan Îmad Teteriyan jî di axaftina xwe de got:
“Osmaniyan siyaseta qirkirinê li dijî gel me pêk anî. Di van qirkirinê de rewşenbîr û helbestvanên Ermen dikirib armanc da ku çanda me ji holê rakin.
Lê wan nizanîbû ku neteweya Ermen di dîrokê de dibistaneke herî mezin e.”
Rûdaw