Li sê mezrayên gundê Quriviyê yê navçeya Rezanê ya Amedê ev 4 sal in ku zêdetirî 300 zarokî naçin dibistanê.
Li gorî gundiyên her sê mezrayan, sala 2020î de di navbera şêniyên mezrayên Bîrîka, Dûzxirab û Alçîmenê û şêniyên Alatosinê de li ser erdan alozî derketiye û wan ji wî çaxî ve wan zarokên xwe neşandine dibistanê.
Hinekan ji wan zarokên di temenê dibistanê de ne qet dest bi xwendinê nekiriye, hinekan ji wan piştî pola yekê dev ji dibistanê berdaye û xwendina hinekan ji wan jî nîvco maye.
Piştî pirsgirêkê wan serî li aliyên pêwendîdar da ku ji bo 3 mezrayan dibistan were çêkirin.
Biryara çêkirina dibistanekê hatiye dayîn lê ji ber erdhejên 6ê Sibatê ew plan hatiye bipaşxistin.
Niha gundî dixwazin ku dibistan demildest were çêkirin û pirsgirêka wan çareser bibe.
Gerînendeyê Giştî yê Perwerdeya Navçeya Rezanê Fîkret Elaltuntaş bi rêya telefonê ji Rûdawê re ragihand ku çêkirina dibistaneke 8 polî di bernameya wan de heye.
Fîkret Elaltuntaş diyar kir, heke pirsgirêkek dernekeve dê îsal dest bi lêkirina dibistanê were kirin dê mesele safî bibe.
“Me pir dixwest me bixwenda”
Veyselê ku xwendina nîvco maye got:
“Min heya pola pêncan xwend. Pişt re hisûmetî çêbû em neçûn dibistanê. Me pir dixwest me bixwenda hisûmetî çêbû me nexwend.”
Bekîrê xwendina wî nîvcomayî anî zimên:
“Ez heta pola heyştan çûm. Pişt re ji bela hisûmetîyê em êdî neçûn dibistanê. Min dixwest ez bixwînim jî min diplomaya xwe jî negirt.”
“Ez mekteba xwe dixwazim”
Melîhê ku xwendina xwe neqadandiye got:
“Ez 4 salan çûm, êdî neçûm. Ez biçûyama niha ez di pola 8an da bûm. Ez mekteba xwe dixwazim. Ez dixwazim dibistan ji me ra were çêkirin.
“Li malê betal betal digerim”
Mahîrê ku dibistana xwe xelas nekiriye biland:
“Ez heta pola yekê çûm, pişt re va ye 4 sale ez neçûme dibistanê. Ez niha li malê betal betal digerim.”
“Bira ji me ra dibistanê çêkin”
Kubraya ku piştî demekê ji xwendinê bê par maye diyar kir:
“Heke ji vir dengê me digihîje dewletê ez dibêjim bira ji me ra dibistanê çêkin û em gişt bixwînin.”
“Êdî bawerîya me bi hev nayê”
Evdirehîmê şêniyê gundê Birîka wiha axivî:
“Yanî êdî bawerîya me bi hev nayê. Em dixwazin ku li gundê me dibistan were çêkirin. Wê xweştir bibe ku em bi dilekî rehet zarokên xwe ji xwe ra binihêrin dibistana wan.”
“Heyf e yanî”
Yilmazê ji gundê Bîrika wiha qise kir:
“Va ye 4 sal in gedê me naçin dibistanê. Emrê wan ê dibistanê jî êdî derbas dibe, heyf e yanî.”
Fexredînê xelkê gundê Bîrika destnîşan kir:
“Qaymeqam û walî jî hatin vira. Cîhê dibistanê dîyar kirin gotin em ê dibistana we çekin.
Ji wê çaxê de ye texîr dikin, çênakin. Zarokên me jî naçin dibistanê.”
Rûdaw