Mezlûm Ebdî li ser civîna xwe û Serok Barzanî daxuyanî da

Mezlûm Ebdî got, “Hevdîtina me li gel serok Mesûd Berzanî cihê kêfxweşiyê bû.”

Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî doh li Hewlêrê civiyan.

“Divê helwesta Kurdan li Sûrîyeyê yek be”

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê got:

“Hevdîtina me li gel serok Mesûd Berzanî cihê kêfxweşiyê bû.

Me pêvajoya guhertinê ya ku Sûrîye tê re derbas dibe nîqaş kir û bi hev re li ser wê yekê piştrast kir ku divê helwesta Kurdan li Sûrîyeyê yek be û divê dîyaloga li gel Şamê bi awayekî aştîyane mafê gelê Kurd biparêze.

Her wiha me tekez kir ku giringîya yekîtîya Kurdî û aramîya herêmê bi giştî berpirsîyarîya me hemûyan e û em ê bi hev re alîkar bin.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *