Her wiha Peter Hain got, “Ewlehiya Kurdan ji bo me girîng e, pêwîst e li Tirkiye, ÃŽran, ÃŽraq, Sûriye û her cihî mafên gelên Kurd bên parastin.”
Derbarê rewÅŸa Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî Hain wiha anî ziman, “Girîng e ku Sûriyeyî paÅŸeroja xwe ava bikin û girîng e Brîtanya bi Kurdan re hevsoz be.”
Senatorê Brîtanyayî Peter Hain li ser rewaş Sûriye û Rojhilatan navîn û mafên Kurdan bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno da.
Rûdaw: Birêz Hain, gelek spas ji bo beşdarbûna we. Werin em ji hikûmeta we ya niha ya (Keir) Starmer dest pê bikin, hûn avakirina hikûmetê ji hêla partiya xwe ve çawa dibînin? Pêwendiya niha di navbera Brîtanya û Kurdan de li Brîtanya û cîhanê çawa ye? Pêwendiya di navbera Hikûmeta Brîtanyayê û Herêma Kurdistana Îraqê de çawa ye?
Lord Peter Hain: Partiya me ya Karkeran (Partiya Labour) her tim dilgiran û piştevanê gelê Kurd bû. Zêdetirî 50 milyon kesî li cîhanê hene, di nav wan de, 300 hezar Kurd li Brîtanyayê ku hevwelatiyên Brîtanya ne, xwedî zarok in û beşdariyeke girîng di civaka me de dikin. Ji ber vê yekê Partiya Karkeran di warê mafên mirovan, mafên siyasî û dadperweriyê de li seranserê cîhanê gelekî piştevanê gelê Kurd bû.
Rûdaw: Li cîhanê gelek pirsgirêk hene, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn. We di serdema serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair de wekî wezîr li Rojhilata Navîn kar kir. Helwesta Brîtanyayê li hemberî desthilatên nû yên Sûriyeyê bi taybetî Tehrîr El-Şamê çi ye?
Peter Hain: Ji bo axaftinê wekî wezîrê berê yê Rojhilata Navîn, di dema Tony Blair de, ez tenê dikarim li ser navê xwe biaxivim û ez ne di hikûmetê de me. Lê ez bawer im Sûriye civakeke pir aloz e. Şerê Sûriyeyê ti carî nebûye şerekî di navbera Esed de wekî hêzeke xerab û tiştekî din gelekî sade. Sûriye di warê ol, civak û urfên xwe de, xwedî civakeke pir cihê ye, di nav de civaka Kurd, ku civakeke pir girîng e li bakurê rojavayê welat, û divê mafên wê civakê bêne parastin.
Pêwîst e mafên gelê Kurd li ku be, li herêmê, li Îraq, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê li kuderê dibe bila bibe, were parastin. Mîrateya çandî, nirxên Kurdan, mafên çandî, rêzgirtina ji demokrasiyê, mafên jinan û hevgirtina bi gelên bindest re jî, mafên Kurdan in ku divê bên naskirin. Ez ji rewşa niha ya li Sûriyeyê nîgeran im û dixwazim mafên Kurdan û mafên hemû welatiyên din bê parastin bêyî ku li gorî bawerî, paşeroj û kevneşopiyên wan bin. Ew take rê ye da Sûriye ku berê civakeke cihêreng bû, berî ji aliyê dîktatoriya hovane ya Esed ve were dorpêçkirin û tepeserkirin, dikare wê cihêrengî û dîroka zengîn ji nû ve mezin bibe bi welatiyên Kurd êm li Sûriyeyê wekî beşeke girîng a wê.
Rûdaw: Bi dîtina we divê Brîtanya jî wekî Almanya û Fransa ji bo parastina mafên Kurdan li Sûriyeyê bike û mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de biparêze, çi di çarçoveya sîstema federalî de yan jî sîstemeke din a siyasî de?
Peter Hain: Em nizanin dê rewşa Sûriyeyê çi bibe. Di dawiyê de, ev mijara gelê Sûriyeyê ye, ne ya hêzên biyanî ye, çi Brîtanya, Almanya, Fransa, Îran û Amerîka bin, an hêzeke din an Erebistana Siûdî. Pir girîng e Sûriyeyî bi xwe paşeroja xwe diyar bikin. Lê girîng e Brîtanya di wê paşerojê de, bi Kurdên Sûriyeyê re hevsoziyê bike.
Rûdaw: Ez pirseke din li ser rewşa niha ya Tirkiyeyê ji we bikim. Di navbera dewlet û Kurdan de, an jî em bibêjin di navbera dewlet û PKKyê de ku partiyeke nêzî Kurdan e, hin diyalog hene. Ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê hewl didin. Hûn rewşê dişopînin an na?
Peter Hain: Ez dixwazim bibînim Serokkomar (Recep Tayyîp) Erdogan rêza hemû gelê xwe, welatiyên xwe, welatiyên xwe yên Kurd jî di nav de bigire û rêzê li mafên wan ên demokrasiya siyasî û mafên mirovan bigire. Ew hîna çênebûye. Divê partiyên opozîsyonê jî mafên xwe yên piştgiriyê bigirin û mafên wan ên demokratîk bêne parastin. Ev ji bo paşeroja Tirkiyeyê ku di dîrokê de, ji serdema Ataturk ve, civakeke pir cihêreng e, pir girîng e. Tenê di van dehsalên dawî de, li hemberî gelê kurd û mafên din ên welatiyên Tirk, pir bêtehamul bûye. Ji nû ve avakirina kevneşopiya demokratîk a Tirkiyê û rêzgirtina mafên hemû civakên wê gelekî girîng e.
Rûdaw: Bi dîtina we eger pirsgirêka Kurd li nava vî welatî bi awayekî siyasî bê çareserkirin, li nava wî welatî ku welatê we, Brîtanya, di diyarkirina sînorên niha de roleke mezin lîstiye, pirsgirêka Kurd bi awayekî siyasî were çareserkirin, dê aramî û rewşek baştir çêbibe?
Peter Hain: Divê London û Brîtanya nebin hêzeke emperyal ku sînorên kesên din û paşeroja wan diyar dike. Divê em wisa nekin.
Rûdaw: Lê wan kir, kirin.
Peter Hain: Wan di dîrokê de kir lê ew dîroka kolonyalîzm û emperyalîzmê bû û em êdî vê yekê naxwazin.
Rûdaw: Baş e. Gelek spas ji bo ku ez qebûl kirim.
Peter Hain: Ez kêfxweş bûm.
Rûdaw