Li ser serdana Mezlûm Ebdî daxuyaniya yekem a ji Hewlêrê

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî diyar kir ku hewlên ji bo yekrêziya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Sefîn Dizeyî ragihand ku di vê çarçoveyê de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Îro li Hewlêrê heyeteke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerên dîplomatîk ên welatan civiyan.

Di civînê de Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Serokê Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran Umêd Sebah, Wezîrê Darayî û Aboriyê Awat Cenab Nûrî, Cîgirê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Mihemed Salih û hin berpirsên din amade bûn.

Piştî civînê Sefîn Dizeyî li ser naveroka civînê û bi taybetî rewşa Rojavayê Kurdistanê û gelek mijarên din daxuyanî da rojnamegeran.

Mezlûm Ebdî tê Herêma Kurdistanê

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî tekezî li ser girîngiya aramiyê ji bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir.

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî got:

“Armanca me ew e ku em ewlehiyê ji bo gelê Sûriyeyê û Kurdên Rojavayê Kurdistanê dabîn bikin û gel vegere jiyana xwe ya asayî.”

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî anî ziman:

“Hewl tên dayîn ku zextên li ser Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê kêm bibe û hemû aliyên siyasî yên li Rojavayê bi armanca paşerojeke baş ji bo Kurdan bikarin bi birêvebiriya nû ya li Şamê re danûstandinê bikin.”

Dizeyî bal kişand ser civînên salên borî û anî ziman:

“Ji bo yekîtiya Kurdên Sûriyeyê berê di bin çavdêriya Serok Barzanî de sê konferans hatin lidarxistin.

Lê mixabin aliyek pêbendî wan lihevkirinan nebû.

Dîsa jî hêvî heye ku diyalog ji bo dabînkirina yekîtiya Kurdan dê berdewam bike.”

Dizeyî eşkere kir ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dê di demeke nêzîk de were serdana Herêma Kurdistanê lê derbarê dema serdanê agahî neda.

Malpera Monitorê ya Brîtanî doh ragihand ku dê Mezlûm Ebdî were serdana Hewlêrê û bi Serok Mesûd Barzanî re bicive.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *