Îbrahîm GUÇLU
Şik tune ye ku 14 sal in ku Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ji bona Kurdan û Rojhelatê Nêzik û çar dewletên kolonyalîst û dagirker, rojeveke serekê ye.
Bi taybetî jî piştî ku Rejîma Baasê ya 61 salan û Dîktatoriya Esad-an ya 53 salan hat rûxandin, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hîn zêdetir girîngtir bû. Aşkere ye ku di van rojên dawî de Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê zêdetir tê niqaşe kirin.
Divê bê zanîn ku jî du mijar gelek girîng in.
Mijara yekemîn, PKK/PYDê dê dest ji çek berdê, an bernede.
Mijara duyemîn jî, Statuya Rojavayê Kurdistanê dê bibe çi û Rojavayê Kurdistanê di avabûna Sûriyeyê nû de dê çewa cîh bigre û Kurd dê di çêkirina makezagonê de bibin teref û dê çewa bibin teref e?
Di van rojên dawî de çûyina Nûnerê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Rojavayê Kurdistanê û bi berpirsiyarêm ENKSê û PKK/PYDê re hevdîtin çêkirin, ji bona Rojavayê Kurdistanê gengeşiyan rengekî nû qezenç kir.
Divê hemû Kurdên dinyayê û çar parçeyên Kurdistanê ENKSê bişopînın…
Beriya rûxandina Rejîma Baasê û Dîktatoriya Esad-an jî û piştî rûxandina Rejîma Baasê û Dîktatoriya Esad-an jî di derbarê Rojavayê Kurdistanê de gelek gengeşiyên ne rast û ne realîst û ne li berjewendiya neteweya Kurd pêk hatin. Lewra gelek Kurdên derveyî Rojavayê Kurdistanê û Kurdên Dinyayê û Çar Parçeyên Kurdistanê di derbarê Rojavayê Kurdistanê xwediyê zanyarî û agahdariyên rast nînin. Ev yeka jî, bi taybetî ji manîpulasyonên PKK/PYDê hatin û tên rojevê
Divê hemû kurd ji derveyî manîpulasyonên PKK/PYDê di derbarê Rojavayê Kurdistanê de gengeşiyan bimeşînin û çareseriya biafirînin û fikr-pêşniyarê nû pêşkeşî raya giştî bikin.
Ji bona vê jî divê hemû Kurdên dinyayê û çar parçeyên Kurdistanê ENKSê bişopînin û nêrînên ENKS û pêşniyar û helwesta wan ya di derbarê çareseriya Rojavayê Kurdistanê de bişopînin.
Lewra ENKSê ji rêxistinên neteweyî yên Kurdistanê ava bûne. Ew xwediyê paşerojeke gelek dirêj û dewlemend in û xwediyê ceribandineke dewlemend in jî.. Lewra jêderên ew partiyên endamê ENKSê, ji Partî Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDKS) tê. PDKSê di sala 1957-an de ava bû. Ew berdewama Rêxistina Xoybûnê ye. Her demê jî bi Şoreşa Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê re xwediyê pêwendiyeke stratejîk û girîng e. Di vê qonaxê de jî bi Desthilatdarî û Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê re xwediyê pêwendiyeke baş û stratejîk e.
ENKSê ji destpêke sala 2011-an de li Sûriyeyê û li Rojavayê Kurdistanê stratejiyeke rast û neteweyî meşand. Her dem ji bona Rojavayê Kurdistanê statuya federe daxwaz kir. Ji bona Rejîma Baasê û Dîktatoriya Esad-an bê rûxandin xebata xweser û bi mixalefeta Ereban re xebata hevbeş meşand. Bi herêmên ereban ve sînorê Rojavayê Kurdistanê baş diyar kir.
Di vê qonaxê de jî, ji bona avakirina Suriyeyê û çareserita Rojavayê Kurdistanê xwediyê bername û stratejiyeke rast e.
Di encamê de ştratêjiya wan bi serket.
PKK//PYDê rêxistineke neteweyî ya Kurdistanê nîne. Terorîst e. Bi destê Rejîma Baasê hatiye ava kirin. Ew bû piştgirê Rejîma Baasê û Dîktatoriya Esad-an. Bi Dîktatoriya Esadan û Baasê ve li Rojavayê Kurdistanê li gelê Kurd zilûm kir. Lewra Rejîma Baasê Rojavayê Kurdistanê radestî PKK/PYDê kir.
PKK/PYDê navê Rojavayê Kurdistanê guhart, kir “Bakurê Sûriyeyê”. Gelek herêmên Ereban bi piştgiriya Emerîkayê dagir kir.
Dîsa bi siyaseta xwe ya ne neteweyî û şaş bû sedem ku gelek herêmên Kurdistanê ji aliyê Dewleta Tirk de bên îşgal kirin. Bi terîfeke din bû sedem ku Rojavayê Kurdistanê parçe bibe.
Di vê qonaxê de jî ji bona Rojavayê Kurdistanê asteng e.
Gelo Nînerê Serok Mesûd Barzanî çima çû Rojavayê Kurdistanê?
Nûnerê Serokê Kurdistanê û PDKê Birêz Mesûd Barzanî di ev qonaxa girîng de ku bi taybetî PKK/PYDê li pêş danûstandina Kurdan bi Hikûmeta nû re asteng e, çû Rojavayê KUrdistanê.
Nûnerê Birêz Mesûd Barzanî, bi PKK/PYDê û ENKSê re danûstandin kir.
Şik nîne ye ku çûna Nûnerê Serok Barzanî ji bona berjewendiya neteweya Kurd, yekrêziya Kurdan û çareseriya pirsgirêke PKK/PYDê ye.
Lê dema ji bona yekrêziya Kyrdan pêk bê, divê gelek mijarên girêdayî PKK/PYDê hene divê bê çareser kirin..
Ji destpêkê de çekdarbûna PKK/PYDê pirsgirêkjeke mezin e. Di vê qonaxê de pirsgirêkek mezintir e. Beriya Rejîma Baasê bê rûxandin Dewleta Tirk li dijî wan şer dikir. Gelek herêm jî ji destê wan û piştgirên wan girt.
PKK/PYDê nûha jî li pêş avakirina Sûriyeyê û terefbûna Kurdan aseteng e. Lewra Hikûmeta nû daxwaz dike ku hemû rêxistin dest ji çek berdin, PKK/PYD qebûl nake. Dewleta Tirk û Hikûmeta Sûriyeyê ya nû jî dibêjin ku “emê bi hev re PKK/PYDê bi zorê bêçek bikin.”
Girîngtirîn pirsgirêkên din jî, bernameya PKK/PYDê ya ne kurd û ne neteweyî ye.
Di hemadem de PKK/PYDê li dijî yekrêziyeke neteweyî û plûral û demokrat e. Her dem xwestiye rêxistinên derveyî xwe tasfiye bike.
PKK/PYDê ji aliyê hemwelatiyên Rojavayê Kurdiştanê ve jî nayê rêvebirin.
Gelek aşkere ye ku pirsa girîngtir, guhertina statuya PKK/PYDê ya çekdar e.
Nûnerê Serok Barzanî, piştî ku Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî hat serdaniya Dewleta Tirk, bi Serokkomar û Wezîrên Karên Derve re danûstandin kir, çû Rojavayê Kurdistanê, bi PKK/PYDê û ENKSê re danûstandin kir.
Di wan hevdîtinan de çi hatin qise kirin, nehat diyar kirin. Ev helwesta jî gelek rast û xwezayî ye.
Lê tiştekî aşkere ye ku, Nûnerê Serok Barzanî bi pêşniyareke girîng çû Rojavayê Kurdistanê û ew pêşniyara jî pêşkêşî PKK/PYDê kir.
Ez çûna Nûnerê Serok Barzanî ya Rojavayê Kurdistanê, wek hatina Serok Komarê Misirê Husnû Mubarek ya Tirkiyeyê (1998) şirove dikim. Piştî seredaniya Husnu Mubarek Öcalan ji Sûriyeyê hat derxistin. Lewra Dewleta Tirk Ultîmatoma Şer dabû Sûriyeyê. Sûriyeyê nedikarî şer bike.
Nûnerê Serok Barzanî jî, nêrîn û pêşniuyareke gelek stratejîk pêşkêşî PKK/PYDê kir. Ez di baweriyê de me ku ev pêşniyar bes daxwaza Dewleta Tirk nebû. Ew pêşniyar bi salan e ku hemû Kurd û serokatiya Herêma Federe ya Kurdistanê û Serok Barzaniji PKK/PYDê re dibêjin e.
Loma jî daxwaza Nûnerê Serok Barzanî bi awayekı bi daxwaza Dewleta Tirk û Hikûmeta Sûriyeyê ve li hev dikle. Serok Barzanî dxwaz dike ku pirsgirêke PKK/PYDê bê çek û bê şer çareser bibe. Neteweya Kurd zirar nebîne.
Serok Barzanî baş dizane ku di encama Şer de jî PKK/PYDê wenda dike. Lê kurd jî rû be rûyî felaketeke nû û mezin dibin.
Diyarbekîr, 16. 01. 2025
(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên Rûpela Nû nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)