Bîranîna FEYSEL SEYITXAN

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) teşkîlata Merdînê bi beşdarbûna kesayet û dorûberên welatparêzên Kurdistanî, rêvebir û endamên PWK ê ji bona bi bîranînan Feysel Seyîtxan rewresmek li darxist.

Kedkar û xebatkarê doza Azadîya Kurdistanê Kek Feysel Seyîtxan, di salvegera wefata wî ya çaremîn de me bi rêzdarî wî bi bîr anîn.

Kek Feysel Seyîtxan, di sala 04.03.1958 an de ji dayik bûyîye û ji salê heftêyî heta roja 24.12.2020 an ji bona doza azadîya Kurdistanê bi fedekarî û bi dilsozî karû xebatên rêxistinî heya bi nexweşîya penceşêrê jiyana xwe ji dest da kir.

Kek Feysel, xwedî kesayetek bi rûmet û qedir bilind bû. Nefsbiçûk û xweşbîn bû. Mixabin wek hemû tekoşer û şehîdê doza azadîya Kurdistanê bi hesreta Kurdistanek azad 24.12.2020 de koça dawî kir û ji nav me çû. Em wî bi rêzdarî bi bîrtînin.

Serokê teşkîlata Mêrdînê yê PWK ê M.Nezîr GELÊRÎ di derbarê jiyana Feysel Seyîtxanî kurte axaftinek kir. Çend beşdarvan di derheqê Kek Feysel de hest û ramanên xwe anîn ziman.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *