„ÊZDIYATÎ HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA YÊ Û BI TAYBETÎ JÎ XIZNA NASNAMA GELÊN KURD E „

Min berê jî gotiye, „ÊZDIYATÎ HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA YÊ Û BI TAYBETÎ JÎ XIZNA NASNAMA GELÊN KURD E „*1 û 1a

Ez niha dîsa dibêjim,  hemû stûn, peykerên heywanan û rolyefên baweriya mirovahî û zanîna astronomiyê ku, di şûnwarê dîrokî yê li peresgeha Girê Miraza-Xirbereşk(Göbekli Tepe), di nav herêma bakurê Kurdistanê nêzî bajarê Riha-Şanliurfayê hatine dîtin de, îro jî di nav ilim û qewlên baweriya me Êzdiyan de zindî têhne parastin .

Mînak :

1             Afîrandina dinyayê

Li gorî „qewlê mehan“ de dibêje:

 

„Ji qewlî Fexrî zergûna,

here bi herf e û ye bi nasîn e

Roja binyata vê dinya yê danîne,

ew roj bi xwe kanûne.“-qedim-

 

Di vir de zelaldibe ku, meyandina dinya yê di vê meha kanûn„qedim“-12- de ye û serê sala Êzdîtiyê di destpêka meha kanûn „tex“ -1- de destpêdike.

 

Dîsa di „qewlê zebûnî meksûr“ de dêje:

 

„Piştî çil hezar sal bi jimare

Heta Laliş ji jor ne di hate xware

Erdê bi xwera negirtiye hêjare

Dema ku Laliş dihate

Pê şîndibû çend û nebate

Bi xwe ra zeyînandiye kinyate“ *2

 

2             Roj , roj vêga hêjî weke wê demê berê diha –qibla Êzdiya ye.

 

„Jandila Beyt’a Şêşims

1 Wê kim ȓo hil têye,

2 Manga zere pêye,

3 Şêxşims dîwanbegê Xwedêye.

 

1 Wê kim, ȓo hilate,

2 Mizgîna welate,

3 Destê Şêxşims daye p’ira doje Selate.

 

1 Wê kim, hiltê ȓoje,

2 Şêxê nûrî bişkoje,

3 Destê Şêxşims daye p’ira Selat û doje.

 

1 Wê kim, hiltê șemse,

2 Me wê nediye t’u k’ese,

3 Weke bave, weke pise,

4 Sinetxane nav dik’irê Şêxşims xalise.“*3

 

Û berdewam*3

 

Diha serê sibê, êvarê û hwd….*1

 

4 Salnameya Êzdiyatiyê li ber ezmannasîna sitêrkan hatiye sazkirin û ew vêga hêjî di ilmê Êzdiyatiyê de zindî ye

„Sitêrkên Pêrû(12 stêrk her 12 mehên salên diyardikin) hersal di 25 gulanê(s.şerqî) de weke komeke stêrka dertê ezman û jê pêve di her şevê de dertên, heta êvara sêşema berî îda Êzî hêja diçe ava …..

Stêrka bi şiklê Terazû yê hersal di 25 hezizaranê de dertê ser ezmana û jê pêve di her şevê de dertên, heta êvara çarşemê berî îda Êzî hêja diçe ava …..

Stêrka Qorix(sitêrka berê sibê – karwan kuj,  hersal di 25 tîrmehê de dertê ser ezmana û jê pêve di her şevê de dertên heta pênçşema êvara îda Êzî hêja diçe ava …..

Roja îdê êvarê her sê sitêrk, êdî heta destpêka werz- demsala Havîna sala nû dernakevin û cardinê derketina wan li jorê diyare“ *4

 

5            Hinek peykerên pîşeyên heta sala 1852 û niha hêjî di baweriya ola qedîm Êzdiyatiyê de pîrozin

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê kevneşop-zargotina Êzdiyadtiyê 22.12.2024

*Çavkanî:

1 Kemal Tolan-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê –I- rûp.:335-347

https://www.facebook.com/stories/281932433482523/?source=story_tray

1a – https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid02twH3siArzUfWM5fiPMFFD6aoS6MHdMFNgtBerEGxyEk42uayXg1ji5GZEQ4RFazvl

2             Kemal Tolan, Êzdiyatiyê ji zanan û ilimdaran nasbikin

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid022pYKiGWHfiQ5nvUExgGRqzH61BappQueMeh4AsHRrkjJip1gqPqsRJdgpeME4d8Bl

3             Newşê dînê Êzdiyatiyê -2017, rûp.:506-

4            Rêzdar Pîr Xelat Eliyas  2020

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid0A66KNZ3QmTLez1yFoBC5B45ZB5zqmS66CK3QCetK4W84KYZYKKdbELAJaWTS8ZJal

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *