PWK LI BATMANÊ ROJA ALA KURDISTANÊ PÎROZ KIR

Roja Alaya Kurdistanê, Bila Bibe Destpêka Hevxebat, Hevkarî û Tifaqên Neteweyî, Demokratîk
Åžaxa PWKê ya Batmanê îro 17.12.2024,katjimêr 13.00 de bi minasebeta”ROJA ALA YA KURDISTANÊ”Pîrozbahîyek pêk anî.
Pîrozbahî li Hola Civînê ya Şaxa PWK a Batmanê bû.
Hol , her alî bi ala rengîn hat xemilandin.
Di destpêka bernamê de ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin û siruda netewî hat xwendin.
Serokê Şaxa Batmanê ya PWKê Azîz Ozdemîr bixêrhatin da mêvana û got:Ev Roj Roja Alaya Kurdistanê, Bila Bibe Destpêka Hevxebat, Hevkarî û Tifaqên Neteweyî, Demokratîk
Ev roj salvegera buyera 49 an bu.
Ev roj Roja Ala Kurdistanê ye.
Serokê Åžaxa Batmanê ya PWK ;Di derheqê “Buyera 49an” da got: Tu buyer ,erîş nikaribu pêşîya tekoşîna milletê kurd bigire û ew ê negre .
Em îro bi diruÅŸma “Yekrezî û tifaqa Neteweyî” Roja Alaya Kurdistanê pîroz dikin.
Ala Kurdistanê şan û şerefa miletê Kurd e.
Al rumet û remza netewe ye.
Al , nasname ye.
Al ,niÅŸtimane.
Çi partîyên kurd an jî çi mirovên kurdperwer yekîtîyek rasteqîn bixwazin,pêwist e ,ku ew dibin sîya Ala Kurdistanê de bicivin.Pêwist e ku her kurd ji Ala ya kurd re bi giramî rêzê bigire.
Aziz Özdemir daxuyanîyaPWK xwend .Di daxuyanîyê de :
” 17ê çileya pêşîn Roja Ala Kurdistanê ye.
Alaya Kurdistanê ya ku îro hatiye qebûlkirin, di 1920’î de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve bi biryarekê hatîye qebûlkirin.
Ev alaya, ji xetên sor, sipî û keskê û li ser xeta sipî ji rojê pêk hatîye.
Di 1927an de ew alaya ku di 1920ê de hatibû qebûl kirin, ji alîyê Xoybûnê ve li çiyayê Agirîyê hate bilind kirin.
Alaya Kurdistanê di 1932ê de li ser herdu bergên Hawarê, no: 11 (10 Çiriya Pashîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin.
Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê, ew alaya wek Ala Kurdistanê qebûl kir. Pêşmergeyên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê di roja 17yê çileya pêşîna ya 1945an de, li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, Alaya Îranê ji ser Avahîya Şarevanîya Mehabadê rakirin, Alaya Kurdistanê li ser avahîyê ve darve kirin.
Dewleta Komara Kurdistanê Alaya Kurdîstanê wek Ala Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) bi hinek guhertinên biçûk qebûl kir. Berîya ku Komara Kurdistanê birûxe, Pêşewa Qazî Muhemmed Ala Kurdistanê ya Komara Kurdistanê dide Mela Mistefa Barzanî yê nemir û weha dibêje: “Vê Ala Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûnê nehêlin ev alaya hanê bikeve erdê.”
Parlamentoya Herêma Kurdistanê, wê Ala ku di 1920ê de hatibû amade kirin esas girt û di roja 11yê Mijdara 1999an de, 17yê çileya pêşîn weke Roja Alaya Kurdistanê îlan kir.
Ev Alaya Kurdistanê, wek nirxeke neteweyî eve ji 100 salî zêdetire ku wek Alaya Kurdistanê tê qebûl kirin.
Ev roj roja ku bi hestên neteweyî, niştimanî lêxwedî derketin û hildana ala Kurdistanê ye. Divê ev ala jibo hemû Kurdistaniyên cîhanê wek Alaya Kurdistanê bê qebûl kirin.
Em roja alaya rengîn a bi rûmet pîroz dikin.”
Paşî Aziz Özdemirî di derheqê dîrok û Ala Netewa Kurd de simînerek da.Di simînerê de :
Dema mirov alekê dibîne , milletek,netewek,gelek tê ber çavên mirov , nasnama wî miletî tê naskirin , di heman demê de dîrok û pirensîp û asta wî miletî di nav miletan û seranserî cîhanê de di ber çavên mirov re derbas dibe .
Eger em dixwazin Ala me Ala Kurdistanê xwedî cihekî bi rûmet û rêzdar be , gerek e em li xwe vegerin û li miletê xwe xwedî derkevin û xwe nas bikin .Hingê Ala me tê naskirin û di nav alên cîhanê de rûmetdar dibe û dibe Ala Kurdistanê . Paşî belgefilmek li ser “Dîroka Ala Kurdistanê”hate nîşandan
Ji bo li mala jî Roja Ala Kurdistanê bête pîroz kirin al li bêşdaran hate belavkirin.
Roja Alayê serkeftî û bi coş hate pîroz kirin. 17.12.2024
Teşkîlat Batmanê Ya PWK-
Partîya Welatparêzên Kurdistanê

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *