PDK û YNK ji bo cara duyê li ser pêkanîna hikûmeta dicivin

Şandên PDK û YNKê li Pîrmamê bi merema danûstandinên pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşhatên Sûriye û deverê dicivin.

Endamê şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ji peyamnêrê K24ê Hoşmend Sadiq re ragehand, “Sibe (Sêşem, 17.12.2024) şandên danûstandinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê li Pîrmamê dicivin.”

Ew civîn seet 10:00 ê sibehê tê kirin û wekî Dilşad Şehab behs kiriye, armanca wê civînê danûstandinên pêkanîna kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşhatên Sûriye û deverê ne.

Ji hingê ve ku hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatine kirin, ev dibe civîna duyê ya şandên PDK û YNKê ji bo danûstandinên li ser pêkanîna kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Civîna yekê ya wan her du şandan li roja 30.11.2024ê li Debaşanê hatibû kirin. Her du aliyan di ragehandineke hevpar de amaje dabû ku “ew civîn erênî” bû.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *