Roja Alaya Kurdistanê
17-12-2024
Akademiya Kurdî li Stockholmê bi peyameka kurdî
17ê Çileya pêşîn Roja Alaya Kurdistanê wek
nirxeka neteweyî pîroz kir. Akademiya Kurdî li
Stockholmê bang li kurdên beşên Kurdistanê, hemû
alîyan û cîhanê dike ku Roja Alaya Kurdistanê bi
hawayekî aşitîyane pîroz bikin û yekitiya xwe pêk bînin
da bikaribin bigihîjin mafên xwe.
Parlementoya Herêma Kurdistanê di sala
2009ê de biryar da ku 17ê Çileya pêşîn wek
”Roja Alaya Kurdistanê her sal bê pîrozkirin û
bîranîn. Beriya vê dîrokê, di sala 1927ê de
Alaya Kurdistanê ji aliyê serokê serhildana
Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa ve hatibû bilindkirin û
di Çileya pêşîn 17ê ya sala 1945ê de jî, ji aliyê
Qazî Mihamed ve li Mihabadê hat bilindkirin.
Roja dîroka Alaya Kurdistanê pir kevn e, lê em
li vir behsa dîroka Alaya Kurdistanê nakin.
Referanduma serxwebûna gelê Kurdistanê,
25ê îlona 2017ê jî rojeka dîrokî û mîraseka
neteweyî ye. Roja Alaya Kurdistanê bi dîroka
referanduma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê
îlona sala 2017ê ve, wateyeka girîngtirîn digire
û dîrokeka nû diafirîne. Referanduma
serxwebûna gelê Kurdistanê serkeftineka
dîrokî ye û divê neyê jibîrkirin. Ji sedî 93ê
herêma Kurdistanê dengê bi ”erê” beşdar bûn.
Îro salvegera Alaya Kurdistanê ye. Pîroz be!
Wek vê roja pîroz bi awayekî demokratîk û azad
referanduma serbixwebûna Kurdistanê pêk hat
û ev roj bi xwe re dîrokeka nû afirand. Biryara
referanduma Kurdistanê ku di roja 25ê îlona
sala 2017ê de hatibû biryarkirin û gelê
Kurdistanê çû ser sindoqan. Referandum
avakirina dewleta Kurdistanê bixwe bû ji ber vê
yekê ji hemû alîyan ve êrîş hatin. Ne normal e
ku 70 mîlyon kurd bê dewlet bin. Li Kerkûkê
partiyên ereb û tirkmenan referandumê boykot
kirin û PKK jî, li dijî başûr bû.
Sosyalîstên çep dibêjin neteweperestî mirî ye,
lê mîlyon carî derewan dikin. Yên dibêjin mirî
ye, xwedîyên wan dijminên kurd in. Di nav tirk,
ereb û farisan de neteweperestî zêde bûye, ne
mirî ye. Pêdiviya Kurdistanê bi
neteweperestiyeka nû heye û mîraseya xwe
xwedî derbikeve. Alaya Kurdistanê semboleka
kolektîf e. Ji lewre em xwedî sembolên erênî
yên nasnameya neteweyî ya kolektîf in. Alaya
Kurdistanê, marşa Neteweyî du sembolên me
yên neteweyî ne. BARZANÎ û QAZÎ MIHAMAD
jî sembolên me ne û nemir in.
Yekitiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û
Dewletên Amerîkayê yên Yekbûyî divê eşkere
bidin ku Kurdistan heye û pêwîstîya wê bi
mafê xwe ya çarenûsê jî, heye.
Çend navdarên cîhanê behsa kurdan dikin û
dixwazin kurd bibin dewlet, hin ji wan ev in:
Fîlozof Slavok Zizek yek ji navdartirîn fîlozofê cîhanê ye, dibêje:
“Divê kurd xwe nekin qurbana kesî…” Li gorî wî divê kurd ji bo xwe
bin.
Fîlozof, Prof. Dr Noam Chomsky dibêje: ”Divê Kurd tenê
baweriya xwe bi çiyayên xwe bînin”. “Divê Kurd ji bo serxwebûnê bibin
yek”.
Tomas Thorén (lêkolîner, rojnamevan): behsa rewşa kurd
dike û desthilatdariya Erdogan dike. Li gorî refoma demokratîk ku
mafên kurdan baştir dike, pêk nehatiye.
Fîlozof Edgar Morin ku di sala 1921ê de li Parîsa Fransayê
hatiye dûnyayê û dibêje: ”Kurd ji bo mafên xwe yên neteweyî
têkoşînê didin”.
Fîlozor, Prof. Bernard- Henrî Levy mêrxasiya pêşmergan li
başûrê Kurdistanê dike û dixwaze kurd bibin dewlet. Dibêje: “Ez ê heta
dawiya jiyana xwe bi kurdan re bim”
”Mark Lowen (Lêkolîner û rojnamevan): ”Ji dengdanên
bawermendên Erdogan guh nedin rojnamevanên girtîgehan”. Herêma
Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve bûye lehiya penaberan.
Şimon Tisdall (lêkolîner):”Tirkiye kurdan dikuje, dikare bibe
dema destpêka tarîtiyê…40 000 kurd hatin kuştin.
Antropolog Bruno Latour: ”ji çewtîyên herî mezin ê mirovî/ê ew e ku
ew xwe di dîrokê de mezin nîşan bide, ye. Serok xwe wekî
pêyxember´î nîşan dide, hingê xerabî bi xwe re diafrîne.”
Prof. Dr. James Toole, qala nexweşê serokatiyê dike, bi îngilizî “Mad
Leader Dasease” Nexweşiyeka wisan bê derman e. Gava ku em
teorıya wî analîze dikin, hingê em serokên kurdan nas dikin.
Yekitiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û Dewletên Amerîkayê yên
Yekbûyî divê biryar bidin ku Kurdistan heye û pêwîstîya wê bi mafê xwe
ya çarenûsê jî, heye. Herçendî Erdogan antîkurd be jî, pirsa Kurd bi
çekan çareser nabe ji lewre em daxwazê jı hemû alîyên siyasî dikin ku
li ser axa me şer çênebe.
Danezana Neteweyên Yekbûyî li ser Mafên ”Gelên Xwecihî” radiweste.
Di qanûnên xwe de diyar dike ku gelên xwecihî xwedî mafên çarenûsên
xwe ne. Ev tê wateya ku her xelqekî xwecihî bixwe biryarê bide, ka ji bo
wî çi çêtirîn e.
• Çarenûsa xelqê di deklerasyona Peymana Neteweyên Yekbûyî
de li gorî xal / bendên 1, 2, 6, 7, 55 bê pejirandin (qebûlkirin).
• Di avakirina qanûniya bingehîn ya nû de mafên Kurdan cih bigire.
Sûriyeka federasyon ku kurdî û erebî bi qasî hev bi qiymet bin
(zimanên fermî yên dewletê bin).
• Di qanûna bingehîn de kurdî û erebî bibin zimanên fermî li
Sûriyê.
• Kurd li ser axa xwe desthilatdar bin û xwedî axa xwe bin. Axa me
wek zimanê me ye, axa me ya me hemûyan e.
• Bi başûrê Kurdistan re xwedî axa hevpar bin û li dijî başûr nebin.
• Sembola hevpar Ala Kurdistanê ye.
• Ji bo kurd bibin aktoreka stratejîk û avaker, divê kurd li hev bikin,
bi hev re bin, bi taybetî guh bidin xeta neteweyî li Başurê
Kurdistanê û bi ENKSê re li hev bikin. Divê hemû ne li dijî başûrê
Kurdistanê bin, ji bo Başûrê Kurdistanê bin.
Çarenûsa xelqê xwecihî di deklerasyona Peymana Neteweyên
Yekbûyî de bendên 1 (2), 6, 7, 55 û beşên din tê parastin. Mafên
hemû gelên bindest heye ku çarenûsa xwe diyar bikin û li gorî
qanûnên NY tevbigerin. Kurd bi hawayî dikarin mafê statûya xwe ya
siyasî û bi pêşkeftınên xwe yên siyasî, aborî, civakî û çandî kontrol
bikin.
Deklerasyona Neteweyên Yekbûyî ya li ser mafên gelên xwecihî ku di
sala 2007an de hate pejirandin ji bo kurdan pir girîng e. Ev pejirandin
û daxuyanî giraniya xwe dide li ser mafên çarenûsê ku têde statuya
siyasî û azadiya peydakirin an bidestxistina aborî, civakî û çandî têde
ye.
Divê di xwerêvebirîya nû de kapasîteya qanûnî hebe û li qanûnên
Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya ewropayê tevbigerin. Mafê jiyana
serbixwe wek takekes û beşdarbûna civakê hebe. Mafê çarenûsê ya
neteweya bindest diparêze û divê kurd jê sûd werbigirin.
Pirsa çareserkirina gelê kurd wekî zimanê kurdî, malê hemû kurdan e;
tenê yekitîya kurdan dê dagerkerîyê têk bibe. Akademiya Kurdî li
Stockholmê bang li kurdên hemû beşên Kurdistanê, hemû alîyan û
cîhanê dike ku Roja Alaya Kurdistanê bi hawayekî aşitîyane pîroz
bikin û yekitiya xwe pêk bînin.
ROJA ALA KURDISTANÊ PÎROZ BE!
AKADEMIYA KURDÎ LI STOCKHOLM
Serokê Akademiya Kurdî li Stockholmê
14.12.2024
Maruf Yilmaz, Dr. lêkolîner, mamoste û zimanzan