Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî ji bo piştgiriyê bang li Herêma Kurdistanê kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî bang li Kurdên Rojava kir ku bi hev re tevbigerin û bi Şamê re danûstandinên xurt bikin. Mazlûm Ebdî ji bo yekrêziya di navbera Kurdan de jî piştgirî ji rêveberiya Herêma Kurdistanê xwest.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de bang li komên Kurd ên li Rojava kir ku li hev bicivin û helwesteke hevpar nîşan bidin û bi Şamê re danûstandinên xurt bikin.

Mazlûm Ebdî got, “Rewşa heyî ji bo Kurdan tehdîd e. Divê hêzên Kurdistanî bên cem hev û biryareke hevpar bidin.”

Ebdî tekez kir ku nerast e ku Kurd bi opozîsyona Sûriyê yan jî komên cuda yên Şamê re hevdîtinên cuda bikin û diyar kir ku ev rewş wê zirarê bide berjewendiyên Kurdan.

Herwiha Ebdî diyar kir ku ew ê tecrubeyên berê yên Herêma Kurdistanê bi hikûmeta navendî ya Iraqê re dubare nekin û got, “Nabe em ezmûna gelê me ya li gel Iraqê li Başûrê Kurdistanê dubare bikin. Tevî ku di nava xwe de wek Kurd pirsgirêkên me hebin jî, divê em li hember Şamê bibin yek.”

Banga piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin

Mazlûm Ebdî bang li Herêma Kurdistanê kir ku piştevaniya hêzên Kurdistanî yên li Rojava bike da ku bicivin û bi Şamê re pozîsyoneke bihêz a danûstandinan ava bikin.

Fermandarê HSDê Ebdî got, “Rêveberiya Herêma Kurdistanê divê bi helwesteke hevseng beşdarî yekîtiya Kurdan bibe. Ew ê ev destê me di danûstandinên bi Şamê re xurt bike.”

Nakokî û rewşa agirbestê bi hêzên opozîsyonê re

Ebdî derbarê şer û pevçûnên ligel hêzên dijbereya Sûriyê de jî agahî dan.

Ebdî diyar kir ku li derdora bendava Tişrînê şer berdewam dike, lê li herêmên Qerekozak û Minbicê şer rawestiyaye û got, li gorî rêkeftina li Minbicê hatiye kirin, biryar hatiye dayîn ku hêzên leşkerî vekişin û rêveberiya bajêr ji bo pêkhateyeke sivîl were veguheztin.

Mazlûm Ebdî da zanîn ku tevî lihevkirinan jî aliyên ku Tirkiye destekê dide wan, dilsozê vê peymanê mane û êrîşan berdewam dikin.

Mazlûm Ebdî got, “Ji Qereçoxê êrîş organîze kirin û hewl dan Kobanî dorpêç bikin. Lê hêzên me pêşî li vê hewldanê girtin. Niha jî hewldanên hevalên me yên ji bo pêşîgirtina li pêngaveke bi vî rengî ya Tirkiyeyê li ser sînor, didomin. Em ne bi tenê ne. Gelek hêzên navneteweyî bi me re ne, lewma em dixwazin agirbesta Minbicê veguherîne peymaneke berfireh.

Li rojavayê Firatê hevsengiyê diparêzin

Wî da zanîn ku di navbera HSD û Heyet Tehrîr Şam de ti rageşî nîne û got: “Em li qiraxa çemê Firatê ne û ew li aliyê din. Em derbasî wî alî nabin, ew jî derbasî vî alî nabin. Ev rewş ji bo niha peymaneke destpêkê ye û hêzên hevpeyman jî pê dizanin. Herwiha bal kişand ser rewşa heyî. Hêvîdar im ev hevsengî neyê xerakirin.”

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *