Komeleya Parastina Hebûnên Çandî û Xwezayî ya Amedê (DKVD) destxetên li Dêra Meryemayê ya Suryanan û li Dêra Mor Petyûnê ya Kildaniyan dîjîtalîze kirin.
Wan her du dêrên li Amedê, hem pirtûkên destxet û hem jî yên dîrokî yên çapkirî ewil restore kirin û paşê jî ew dîjîtalîze kirin.
Xebatên dîjîtalîzekirinê di çarçoveya projeyeke taybet a du salan de hatin kirin.
“Pirtûkxane ji bo parastina wan pirtûkan hatin restorekirin”
Kordînatora Komeleya Parastina Hebûnên Çandî û Xwezayî ya Amedê Nevîn Soyukayayê got:
“Pirtûkên ku em li ser wan xebitîn hemû jî yên li dêrên Suryan û Kildanan ên li Amedê bûn ku ew jî pirtûkên destxetî û yên çapkirî bûn.
Me ewil rêkarên parastina wan pirtûkan pêk anîn û dûv re me konservasyonên wan kir, şertên fizîkî yên ew cihên ku pirtûk lê ne me baş kirin.
Yek bi yek paqîjîya wan pirtûkan hat kirin. Bi wî awayî jî ji bo ew pirtûk bi saxlemî bigihêjin paşerojê şertên pirtûkxaneyên ew pirtûk lê ne hatin başkirin.”
“Pirtûk dê bimînin paşerojê”
Karmenda Komeleya Parastina Hebûnên Çandî û Xwezayî ya Amedê Pinar Canê jî got:
“Êdî xwedî neke tiştek were sere wan pirtûkan jî ji ber halê wan ên djîtal hene ew êdî li ber destên me hene û ew dê bimînin paşerojê jî.”
“Ev pirtûk dê wekî mîrate bimînin”
Bi helkefta danasîna projeyê Metropolîtê Mêrdîn û Amedê Salîba Ozmen jî kêfxweşîya xwe anî ziman û got:
“Pirtûkên Dêra Meryemayê û yên Dêra Mor Petyûnê ya Kildaniyan hatin dîjîtalîzekirin.
Em keda hemû kedkarên vî karî pîroz dikin. Xwedê wan mihafaze bike û bi bereket bike.
Xebatek gelek xweş bûye. Ev pirtûk bi vî awayî dê wekî mîrate ji paşerojê re bimînin.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî yek ji beşdarên bernameyê bû û wî jî amaje bi parastina hemû bermahiyên pêkhateyan kir.
“Divê em li wan xwedî derkevin”
Dogan Hatun got:
“Dema ku berhemek ji dîrokê gihiştibe îro ew êdî ya hemû cîhanê û ya hemû xelkê ye.
Dibe ku nav ê Kildanan be, Asûran be, Ermenan be, Tirkan be, Kurdan be, Eceman be lê nav ne girîng e.
Eger bibe dîrok û êdî dibe dîroka hemû kesan. Ji ber wê divê em li wan xwedî derkevin.”
Pirtûka bi navê “Mîrasa Çandî ya Belgeyî ya Diyarbekirê” ku di çarçoveya wê projeye wekî katalog hatiye amadekirin jî wekî diyarî li beşdaran hat belavkirin.
Di pirtîka ku bi Suryankî, Kurdî, Tirkî û Îngilîzî hatiye nivîsandin de pêvajoya projeye û makaleyên derbarên Suryan û Kildanan cih digirin.