Îsmaîl Beşîkçî: Divê kurdên Sûriyeyê li rêyên bidestxistina statuyê bigerin -Video

Nivîskar û lêkolînerên ku li ser dîroka Kurdistanê gelek berhem dane, derbarê rewşa nû ya Sûrî de amaje dikin ku divê li Rojavayê Kurdistanê hemû hêzên kurd bo bidestxistina statuyeke kurdî tevbigerin û divê kiriyarên giran ên li kurdan hatine kirin jî ji bîr nekin. Bi taybetî civaknas û lêkolîner Îsmaîl Beşîkçî dibêje divê kurd li rêbazên bidestxistina statuyê bigerin.

Rejîma Esed a ku li Sûrî 53 salan desthilat bû hilweşiya û ev yek bû sedem ku li Sûrî rewşek nû derbikeve holê û serdemek nû bo hemû aliyan dest pê bike. Bi taybetî jî di vê rewşê de çarenûsa kurdan li Sûrî yek ji mijarên herî gelek tê mereqkirin e. Derbarê vê mijarê de nivîskar û lêkolînerên ku li ser dîroka Kurdistanê xebat kirine dibêjin, divê kurd li Rojavayê Kurdistanê xwedî helwestek neteweyî bin û têkiliyên xwe de bidestxistina destkeftiyên neteweyî bikin armanc.

Civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî ji K24ê re got: “Divê kurd li Sûrî li rêyên bidestxistina statuyê bigerin. Kurd rastî kiriyarên gelek giran û dijwar hatin. Ez bawer dikim ku dê kurd li Sûrî jî û li deverên din jî bibandor bin. Ji 1920ê pê de Dema Kurdistan hat parçekirin, Rûsyaya Sovyet jî tê de hêzên cîhanî behsa mafê xwerêvebirina neteweyan dikirin lê ew maf bo kurdan nehat dayîn. Divê kurd jî di danîna têkiliyan de kiriyarên giran ên hatine serê wan ji bîr nekin û li gorî vê hişmendiyê tevbigerin.”

Nivîskar û lêkolînerên Bakurê Kurdistanê jî dibêjin divê hemû hêzên kurd ên Rojavayê Kurdistanê di nivîsîna destura nû de bi awayekî çalak tevbigerin, nivîskar dibêjin divê neye jibîrkirin ku li Sûrî bo kurdan nasname nedihat dayîn.

Nivîskar û Lêkolîner Saîd Veroj dibêje: “Divê kurd bi helwesteke neteweyî tevbigerin, partiyetî û hizbayetiyê divê deynin aliyekê, divê kurd di pêvajoya nu de bo statuyê tevbigerin û kêmtirîn jî bo sîstemek federali divê xebatên xwe bimeşînin.”

Lêkolîner wê baweriyê de ne ku dê rewşa Sûrî bandorê li Tirkiyeyê jî bike û bal tê kêşan ku kurd li Sûrî çiqasî xwedî helwestek neteweyî bin dê ewqasî bandorek erênî li çareseriya pirsa kurd li Tirkiye jî bike ku niha nîqaşên pêvajoyek nû berdewam in.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *