Peyama Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya li ser pêşhatên Sûriyê

Em, li Herêma Kurdistanê, bi girîngiyeke mezin pêṣhatên li Sûriyê dişopînin. Em bang li hemû aliyan dikin ku zimanê diyalogê û çareseriyeke aştiyane ya ku, dadmendî û wekheviyê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê, di nav da gelê Kurd, mîsoger bike û herwesa beşdariya wan ya çalak di avakirina paşeroja welat da pêk bîne.

Herêma Kurdistanê, di çarçoveya Iraqê da, pêdagirbûna xwe bi parastina peywendiyên hevseng û karkirina ji bo bihêzkirina hevkariyên navçeyî û navdewletî yên ji bo dabînkirina aramiya li Sûriyê dûpat dikin. Em her nakokiyek ku rewşa navçeyê aloz bike red dikin û tekeziyê li ser parastina ewlehî, aramî û berjewendiyên hemû netewe û pêkhateyên navçeyê dikin.

Tevî ku pêşhat bi lez in, em ji bo dabînkirina paşerojek aram ji Sûriyê re, tekez li ser girîngiya rêkxistina hewldanên navdewletî û herêmî dikin. Em bang li civaka navdewletî û welatên herêmî dikin ku, rola xwe ya ji bo çareseriya aştiyane bilîzin û em piştgiriya xwe ji daxwazên gelê Sûriyê yên aştî û azadiyê re dubare dikin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
08.12.2024

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *