Çekdaran şeva borî li navenda bajarê Humsê yê Sûriyeyê dest bi êrişan kir.
Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî Îdlib û Helebê kir.
Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn navenda Helebê bi dest xist.
Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola wan.
Tehrîr El Şamê herî dawî jî doh (5ê Kanûna Pêşîn) bajarê Hemayê kontrol kir.
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTS) ragihand ku wan bajarê Telbîseyê yê Humsê jî kontrol kiriye.
Hums jî li nav hev ket
Tehrîr El Şamê piştî van rûdanan berê xwe da Humsê û li navenda bajêr jî êriş û pevçûnan dest pê kir.
Çekdar li navenda bajêr êrişî çeper û baregehên artêşa Sûriyeyê dikin.
Li gorî agahiyên ku hatine ji Rûdawê re, çekdaran li bakurê Humsê baregeheke leşkerî jî kontrol kiriye.
Pir hat rûxandin
Pira Restenê ya li navenda bajarê Humsê bi balafirên şer hat rûxandin.
Ev pir li ser rêya otobanê ye û Hums û Hemayê bi hev ve girê dide.
Eger Tehrîr El Şam nikaribe vê pirê bi kar bîne dê derbasbûna wê ya Humsê û hinek herêmên din ên li bakur zehmet be.
“Em êriş dikin”
Li hêla din, Sûriye jî dibêje ku ew li ber xwe didin û êrişî komên çekdar dikin.
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Elî Mehmûd Ebas ragihand ku vekişina wan a ji bajarê Hemayê pêngaveke taktîkî ye.
Artêşa Sûriyeyê jî vîdeoyeke operasyonên xwe yên ji asman û bejahiyê ve belav kir û got:
“Em ji asman û bejahiyê ve êrişî komên çekdar dikin.”
Rûdaw