Pênc sal bi ser meha Xezelwera sala 1398an a Rojî re derbas dibe. nerizayetî xwenîşandan bi hêceta bilindbûna sê qat a nirxa benzînê ji aliyê rêjîma Îranê ve, bû sedema lêdana çexmaxa serhildanek seranserî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê.
Li roja 24ê Xezelwera sala 1398an piştî biriyara dewleta Hesen Rûhanî bona bilindkirina nirxa benzînê, bû sedema rabûna xelkê seranserî Kurdistan û Îranê li dijî deselata rêjîma Îranê û di demek kin de pel havête nêzî 100 bajaran.
Di wê serhildanê de weke her car Kurdistan pêşeng bû, û her weke berê asta tepeser kirin û serkuta xelkê ji aliyê rejîma Îranê jî li her cihekê Îranê zêdetir bû, û hejmarek zêde ji xwenîşanderan hatin şehîd û birîndarkirin û herwisa hatin girtin û îşkencedan.
Pêla serhildan û asta bêzarî û hêrsa xelkê bi qasekê bihêz bû ku rejîma Îranê bixwe çi hêvî bi xwe nemabû, û tirsek mezin tev deselata rejîma melayan giritibû, tirsa rejîmê ji wê xwenîşandanê gehişte astekê ku Elî Xamineyî bixwe bi fermî biriyar da, bi hêz û karbidestên rejîma xwe ku bi her awayekî ku dikarin pêşiya xelkê bigirin û got ez li pişta we me.
Eva bû ku hêzên rejîma Îranê bi awayek dirindane li hember xelkê nerazî derketin û bi qutkirina hêla înternetê bo heyama nêzî du heftiyan bi hemû şiyana xwe cinayetên hovane encam dan.
Qutkirina hêla pêywendî û înternetê bû sedem ku heta niha jî beşek zêde ji wan cinayetên hov hêj nehatibine eşkere kirin.
Pêka amaran di xezelwera 98`an de Hezar û Pêncsed “1500” kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin ku nêzî 400 jin û 17 zarok jî di nava wan qurbaniyan de bûn.
Herwisa pêka wan amaran ku ji aliyê karbidestên rejîmê ve di heman salê de hatine belavkirin nêzî 7 Hezar kesan jî di vê salê de hatine binçavkirin.
Raste ku ew nerizayetî xwenîşandan bi sedema bilindbûna nirxa bênzînê serhilda, lê her di destpêkê de tevahiya rejîma Îranê û siyasetên vê rejîmê û Elî Xamineyî kire amanc.
Her weke ku me got li Rojhilatê Kurdistanê rêjeya serkutê zêdetir bû, çimkî hertim daxwaza gelê kurd digel Faris û Îraniyan cuda bûye û gelê kurd ji her derfetekê mifahê werdigire bo daxwazkirina mafên xwe yên netewayetî, û ji ber vê yekê cinayetên ku li Kurdistanê hatine kirin ji aliyê rejîma Îranê ve hovane bûn.
Her wek ku em dizanin piştî serhildana meha Xezelwera sala 1398an a Rojî, li sala 1401an a Rojî de carek din serhildanek din bi hêzek zêdetir bi navê şoreşa “Jin, Jiyan ,Azadî” yê pêsîra deselata rejîma Îranê girt.
Weke her car dîsa Rojhilatê Kurdistanê di vê serhildanê de pêşeng bû, û dîsan jî rêjeya şehîd, birîndar, binçavkirî û sepandina cezayên giran biser welatiyan de li Kurdistanê gelek zêdetir li bajarên din yên Îranê bû.
Ger em bixwazin basa cinayetên rejîmê li Kurdistanê bikin bi salan jî bi dawî nayê.
Eva ku li vir ez dixwazim bêjim eva ye ku raste 5 sal bi ser meha Xezelwerê re derbas dibe, lê her sal bi awayekê cuda ev meh li Kurdistanê dubare dibe, mînak li şoreşa Jînayê de di meha Xezelwerê de tenê di rojekê de 66 kes li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatin şehîdkirin, û heta niha jî ev cinayet bi awayên cuda berdewam in, mînakek din bo wan cinayetan di meha Xezelwera îsal de jî ji aliyê rejîma Îranê ve cezaya îdamê bi ser keçên Kurd di girtîgehê de tên sepandin û Virîşe Muradî û Pexşan Ezîzî di bin siya îdamê de ne û çendîn cinayetên din ku rojane tên encam dan li dijî neteweya me.
Xezelwer heta Xezelwerê, roj û meh û sal birîneke li ser cesteya gelê me û heta ku ev rejîma han mabe ew birînên me yê her dê bimînin, lê di hember de berxwedan û xebata me jî li dijî rejîma dagîrker dê berdewam be.
Weke ku malbatên mafxwazan yên şehîdên serhildana Xezelwera sala 1398an îsal di salvegera serhildana Xezelwerê bi belavkirina daxuyaniyekê ragihandin ku heta ku Komara Îslamî ya Îranê ax û jiyana me qorix bike eva berxwedan û xebata di meha Xezelwerê li dijî rejîmê dê berdewam bin.
Di dawiyê de hêjayê gotinê ye ku heta Kurdistan xwediyê jinên pêşeng, malbatên mafxwazên şehîdan, girtiyên siyasî yên xweragir û gelê bi hest û mafnas û mafxwaz be eva sîbera tirsa gelê Kurd dê her li ser serê dagîrker be.
KM