Romana nivîskarê Kurd Bextiyar Elî ya bi navê “Hinara Dawî ya Dinyayê” di nav lîsteya 100 Pirtûkên Herî Baş ên Sedsala 21emînê cih girt.
Nivîskarê serkeftî yê wêjeya Kurdî Bextiyar Elî, careke din di nav cîhana edebiyata navneteweyî de nav û deng da.
Romana wî ya bi navê “Hinara Dawî ya Dinyayê” karî bikev nav lîsteya 100 Pirtûkên Herî Baş ên Sedsala 21emînê ya ji aliyê rojnameya herî bi prestîj a Swîsreyê Neue Zurcher Zeitung (NZZ) ve hatiye amadekirin.
Ev lîste ji bo bijartina berhemên ku mohra xwe li bîst salên dawî yên edebiyat û ramanê hiştine hatiye çêkirin.
Lîsteya navborî, di encama lêkolîneke demdirêj de ji aliyê rexnegir û pisporên navdarê ên ji çar aliyê cîhanê ve hatiye amadekirin ku berhemên bi kalîteya edebî û kûrahiya xwe ya felsefî li ber çavan in, tîne cem hev.
Cihgirtina Bextiyar Elî di vê lîsteyê de ne tenê ji bo wêjeya Kurdî her wiha ji bo tevahiya çanda Kurdî wekî serbilindiyek mezin tê dîtin.
Di Hinara Dawî ya Dinyayê de, mîna romanên wî yên din, Bextiyar Elî bi alavên xwe yên xeyalî, dîrokê dikole û çîrokekê ji serpêhatiyên mirovên vê devera xemgîn ji xwîneran re pêşkêş dike.
Di asoyên realizma efsûnî de, ew rastiyê rût dike û tevna çîrokeke biêş, ji çîrokên tirajîdîk ên miletê xwe, dirêse.
Bextiya Elî di hemû roman û nivîsên xwe de, di çarçoveya azar, derd û serpêhatiyên Kurdan de digere. Hevtêkiliyek bedew di navber rastî û xeyalê de dirust dike. Ew, bêguman, yek ji wêjevanên ku hewl dide ber bi asmanê wêjeya cîhanî ve bifire.
Li gor rexnvanên edebî, romana Hinara Dawi ya Dinyayê, profesyoneltirîn romana Kurdî ye ku bi şêwaza realîzma efsûnî hatiye nivîsandin.
Romannivîs bi teknîkeke afirîner xeyal, remz û sembol di xizmeta pirsên realîst de bi kar aniye.
Wergêr û edîtorê Almanî Stefan Weidner di gotarekê de li ser Hinara Dawî ya Dinyayê ku, ji bo zimanê Almanî hatiye wergerandin, dibêje:
“Ev roman bi hemû wateya gotinê, bombeyek e! Yek ji romanên entresan û balkêş e ku dikare xwînerê rojhelatî ber bi xwe ve bikşîne”.
Naverok
Bûyerên romanê bi derketina Mizeferê Subihdem ji girtîgehê dest pê dike. Mizefer pêşmerge bû dema xwe fedakarî Yaqûbê Sinober dike û dîl dikeve destê dijmin de.
Piştî bîst û yek salan ku di zindanekê de li çolên Îraqê diqedîne, ew rizgar dibe û vedigere Kurdistanê. Û xwe li koşka hevrêyê xwe yê kevin ê xebatê Yaqûbê Sinober ku yek ji serok û rêberên şoreşê bû dibîne.
Êdî Mizefer dest bi geşta lêgerînê li kurê xwe yê winda Siryasê Subihdem dike.
Beriya bîst û yek salan wî Siryasê yek salî li şûna xwe hiştibû. Di wê lêgerînê de, Mizefer rûbirûyî civakek herifî, nifşekî windabûyî, jiyaneke bê hêvî tê.
Hest dike ku jiyan girtîgeheke mezin e, jiyan bextiyariyek e ku tu vedikî tijî azar e. Biheştek e ji hundir ve ji çend dojehên biçûk pêk tê, bedewiyeke bêsînor e ji zincîrek kirêtiyan hatiye rêstin.
Lêgerîn wî digihîne sê xortan bi navê Siryasê Subihdem, her yek ji wan jiyaneke trajîdîk dijî. Êdî ji bo Mizefer ne girîng e kî ji wan kurê wî yê rasteqîn e, bawerî li cem dirust dibe ku gelek Siryasên winda hene.
Peyman li bin dara Hinara Dawî ya Dinyayê dide ku ji wan gişan re bibe bav,”Min peymana xwe bi wê darê re mor kir û çuqilekî biçûk ji bo bîranînê jê kir û min ew şemirand. Her kesek ji we rojekê ji rojan rêya we ket bin wê darê de peymana xwe mor bike û çuqilekî biçûk ji bo bîranînê jê bike û wê bişemirîne.
Divê însan careke din xwe bi awayekî din bi jiyanê bide naskirin. Di wê kêlîkê de ku min xwe bi hinara dawî ya dinyayê dida nasîn, min hest kir ez êdî dest bi jiyaneke nû dikim. Min hest kir min ew tişt dîtine ku ez ji bo wan dijîm, min ew armanc dîtiye ku divê ez bidim pey.”
Di şopandina serpêhatiyên Seryasan û hevalên wan de, Elî dîroka sî salên dawî ya Kurdên başûr ronîdar dike û kûr nûqî civaka Kurdî dibe, wêneyek jandar li ser civakê vediguhêze.
Bi şêweyekî herikbar karîgeriya xirab a rewşa siyasî, şer, û paşê şerê birakujiyê li ser civak û mirovê Kurd vedibêje.
Lê hin caran dirêjkirin di vebêjiyê de heye, wekî naveroka kasêtên di navbera Mizefer û Siryasê duyem de.
Elî di çîroka her kesekî ji kesayetiyên romanê de hewl daye ku komek pend û ibretan pêşkêşî xwîner bike, ji ber ku kesayetiyên romanê hemû bi aweyekî ji awayan têgihiştî ne û hemû jî qurbaniyên karbidest û partiyan in.
Dara hevrêtî û xewnan
Hinar sembola komkirina tiştên bijallekirî ye. Di edebiyat û hunerê de pir hatiye bikaranîn.
Fîlozof û wêjevanê Îngilîz Oscar Wilde hinar bi heman wateyê di romana xwe “Mala Hinarê” de bi kar anîye.
Bextiyar Elî jî ku dilsozê yekîtiya miletê xwe ye, wî hinar kiriye nîşan da ku wan Siryasên winda û tertûbela kom bike ku, di bin Hinara Dawî ya Dinyayê de peymana hevrêtî û jiyanê bi hev re mor dikin.
Di hevpeyvînekê de ligel Kovara Zinar, Bextiyar Elî wiha li ser romanê gotye, ” Eger ez bimrim û bihêlin ez kitêbeke tenê bi xwe re bibim wê dinyayê, ji nav hemû kitêb û berhemên xwe, ez ê Hinara Dawî ya Dinyayê bi xwe re bibim!”.
Rûdaw