Heyeta PWKyê Seredana Lijneya Hollandayê ya PDKyê Kir

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Baran Boskan, endamê Komîteya PWK Hollandayê Brûsk Akyol pêk hatibû, roja 24.11.2024ê, li Amsterdamê,  seredana Lijneya Hollandayê ya Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.

Rêvebirê Liqa 6 Ewropayê ya PDKyê Omer Zawîteyî, Berpirsê Lijneya Hollandayê ya PDKyê Peşrew Hesen,

Berpirsê Peywendîyên Kurdistanî Elî Hirorî, endamên Rêvebirîya Lijneya Holandayê ya PDKyê Şêrzad Rojbeyanî, Kawa Akreyî, Selah Elî, Ala Anberxan, Sasan Derwîş pêşewazîya heyeta PWK yê kirin.

Heyeta PWKyê ji ber vê pêşewazîyê spasîya  rêvebirên PDKyê yên Hollandayê kir û di derbarê xebatên PWKyê yên li Kurdistanê, Tirkîyeyê û Ewropayê de agahdarî da.

Heyeta PDKyê jî ji bo vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kir.

Heyeta PWK û PDKyê di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û pêşhateyên vê dawîyê û rewşa dîasporayê de bîr û rayên xwe pêşkêşî hev kirin.

Herdu alîyan jî, wek du partîyên bira, li dîaspoirayê û li welêt girîngîya berdewamî û pêşdebirina peywendîyên PDK û PWKyê anîn zimên.

Hevdîtina heyeta PWK û PDKyê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *