Serok Barzanî di gotara xwe de di çarçoveya gera pêncê ya korbenda MEPS2024ê de ragehand, “Em hêvîdar in hûn hemî piştgiriya me bikin, ji bo ku li paşerojê yek herêm, yek perleman, yek hikûmet û yek hêza Pêşmergeyan li Kurdistanê hebin.”
Serok Barzanî di pareke din a gotinên xwe de amaje da, “Ew serhejmêriya li seranserî Îraqê hat kirin tekez kir ku, çi meremeke siyasî li pişt nîne û çi bandor jî li ser madeya 140ê nabe, ku vê yekê jî dê gelek ronkirin ji bo Hikûmeta Federalî hebin, ji bo ku pilanên xwe li paşerojê bi awayekî birêkûpêk û zanistî darêje.”
K24