Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, bijîşkên malbatan dê di navbera 2 û 6ê Kanûna Pêşîn de grevê bikin û neçin ser kar.
Bijîşk, li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi armanca protestokirina rêziknameya bijîşkên malbatan a ku ji aliyê hikûmetê ve hat guhertin 5-6 û 7ê vê mehê neçûbûn kar.
Li Amedê jî sendîkayan biryar da ku bijîşkên malbatan li dijî rêziknameya bijîşkên malbatan di navbera 2 û 6ê Kanûna Pêşîn de grevê bikin û neçin kar.
Gelek sendîka û rêxistinên pîşeyan dê îro li Amedê civiyan û li ser sedemên grêva xwe agahî dan raya giştî.
Rûdaw