Di gera yekem a serokatiya Donald Trump de, gelek serkirdeyên dinyayê pê aciz bûn û tevgereke ne xwe pê re kirin. Tê bîra min, dema ku civîna lûtkeya NATOyê li Londonê hat lidarxistin, em ji bo rûmalê çûbûn. Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ber çavê kamerayan û medyaya cîhanê bi ser Trump de rabû û bersiva wî da.
Wê çaxê gefeke tund a Rûsyaya Putîn li ser Ewropayê nebû. Macron meraq dikir artêşeke Ewropayî çêbike ku bibe sedem ku pêdiviya Ewropayê bi parastin û piştevaniya Amerîkayê kêmtir bibe. Bi taybetî jî Amerîkaya serdema Trump ku ji hevpeymanên xwe yên di NATOyê de digot, “Êdî gelê Amerîkayê nikare pereyên parastina we bide. Divê hûn jî ji sedî 2yê budceya xwe ji bo parastinê veqetînin.”
Trump digot û vêga jî dibêje ku “Yê bixwaze em wî biparêzin, divê pereyên xwe bide. Tiştekî belaş nîne!” Niha ku Ewropiyan ji tirsa Trump ji sedî 2yê budceya xwe ji bo parastinê veqetandine, Trump vedigere û dibêje, “Divê bikin ji sedî sê!”
Yek ji kesên ku wan rojan têkiliya xwe bi Trump re têk nedabû û bi awayekî pragmatîk tevdigeriya, serokwezîrê wê demê yê Holendayê û sekreterê giştî yê niha yê NATOyê Mark Rutte bû. Rutte gotineke navdar biland û got, “Ewropa neçar e bi kesê ku Amerîkiyan ew şandiye ser dikê re bireqise.” Ango kesê nexwaze pê re semayê bike, Amerîkayê red dike. Ev henek e lê berdêla wê giran e!
Vê carê jî gelê Amerîkayê bi dengdanê Trump şand ser sehneyê. Her çend Trump di ser pişta Komariyan re bi ser ket jî lê di warê fikirî de jî kirasekî cihêreng û Trumpî bi ser bejna wê partiyê de berda: Kirasê Trumpîzmê.
Di gotara xwe ya serkeftinê de, wî dabaşa “tevgera” xwe kir ku merema wî Trumpîzm bû. Tevgera ku rast e dengderên Amerîkayî bi hilbijartina wê peyam ji elîta xwe ya siyasî ya navxweyî re şand lê di heman demê de peyam ji bo gelên din (wekî gelê Kurd) û hemû gelên ku çavê wan li destên Amerîkayê û parastina wê jî şand.
Gava ji bo rûmala hilbijartinên Amerîkayê, em gihîştin Washington DC, ajokarekî Uberê em ji balafirgehê birin otêlê. Peyayekî çermreş ê çîna kêmdahat bû. Bi ezmûna min a ku di rûmala hilbijartina borî de bi wan kesan re hebû, gumana min nebû ku ew li dijî Trump e lê gotinên wî berovajî vî yekê nîşan da.
Dabaşa qenciya Trump li ser çermreşan dikir û ezmûna hevalên xwe ku reş in ji min re biland, got ku bêyî ku wan hevaltiya Trump kiribe jî, ji bo hemûyan heta sax in, mafê rûniştina belaş di otêlên Trump de hatiye dayîn.
Wî qala têkçûna rewşa aborî û wan hemû pirsgirêkan dikir ku bi qewlê wî Demokratan ji bo Amerîkayê çêkiriye.
Ez ji Ewropayê hatibûm. Li nik me, seroka xanim, ne çermspî, jîr û ciwan Kamala Harris xewneke rind bû ku divabû pêk were. Li vir li DC, ev xewn zûtirkê çilmisî. Li bajarê ku hertim şêniyên wî piştovanên Demokratan bûn, min didît ku gelek kes dudil in. Li eyaleta Virginiayê, li kêleka DC, em biçûna cem her Kurdekî û pê re biaxiviyana, vegera Trump bi dilê wî bû.
Trumpê ku soz da gelê Amerîkî ku êdî ew ê nehêle her tişt li vir biha be û enflasyona aborî hebe, “lê belê îdareya Biden bi milyaran dolar ji bo parastina Ukraynî û Ewropiyên ku ji Amerîkayê bi guman in, xerc bike.” Karsazekî Kurd digot “Li vir, li hin deran stûnên elektrîkê têk çûne, lê belê Biden bê navber pereyan ji Ukraynayê re dişîne.”
Dengder û welatiyên Amerîkî bawer kirine ku Trump rast dibêje gava dibêje “Amerîka berî her tiştî ye.” Dixwaze jî “Amerîkayê mezin bike.”
Wek mînak, Kurdekî pir xwende û welatiyê Amerîkayê çend caran digot, “Amerîkaya serdema Biden ew qas bê heybet bû ku serokê wê telefonî mîrekî Ereb dikir û telefona wî nedihat bersivandin. Ger Trump serok bûya, ti mîr û serokekî newêrîbû vê yekê bi Amerîkayê re bike.”
Kurt û kurmancî, Amerîkiyan ew peyam gihand siyasetmedarên xwe û siyasetmedarên din ên cîhanê jî ku di heyama çar salên bê de, divê kesê ku gelê Amerîkayê peymana desthilatdariyê jê re îmze kir, zêdetir xema navxweyî û bihêzkirina Amerîkayê bixwe. Divê rewşa jiyana şêniyên vir têk neçe û giranî bêhnê li wan neçikîne, li aliyê din rêveberiya Amerîkayî li wî serê cîhanê bibe polîs û mijûlî sepandina demokrasiyê be.
Wekî ku bertekên li çar nikalên cîhanê nîşan didin, derbarê çar salên bê de bi Trump re tirseke mezin heye. Ditirsin ku têkiliyên aborî yên Amerîkaya serdema Trumpîzmê (ku ji niha ve navekî zanistî jî lê hatiye danîn û ji aboriya serdema Trump re dibêjin: Maga-nomics) bi welatên cîhanê re, ji parastina demokrasî û mafên medenî û ji holê rakirina gefên li ser komên tehdîdkirî (mînak Kurd) girîngtir bin.
Ev tirs di cihê xwe de ne lê peyama gelê Amerîkayê ji bo kesên ku ev fikarên wan hene eşkere û zelal e: “Hûn jî di nav xwe de xwe rêk bixin û xurt bikin. Ji bo ku Trump wekî hêzekê bi we re tevbigere û pêdiviya wî bi we hebe.”
Ev peyam ji bo Kurdistanê ye jî. Min analîzek xwend ku rave dikir ka Ewropî çawa hêdî hêdî pergalên xwe yên aborî, siyasî û leşkerî Trumpproof dikin. Ango wer lê dikin bi biryareke ji nişka ya Trump ziyaneke mezin li wan nekeve. Min di dilê xwe de got, ew bi vê dîrok, hêz û bandora xwe ya ku li ser dinyayê heye xwe bi vî rengî ji bo Trumpproofbûnê amade bikin, nexwe divê em ku ji hêla siyasî, aborî û dîplomatîk ve û di her warî de qels û belawela ne, her wisa pêvedayên biryara berê ya Trump (di 16ê Çiriya Pêşîn de) ne, gelo em dikarin çi bikin ji bo ku careke din biryareke kak Soro bi me ve nede? Gidî li wê rojê jî ku pêvedan ewqas tûj be, tiştê ku me heye jî ji destê me here!
Hêmin Ebdullah
Rûdaw