Cano AMEDÎ
Sîyaseta li ser tunebûn û înkara netewan hatîye sazkirin, hebûn û desthilatdarîya xwe bi rêya qirkirin û jenosaydan didomîne. Ev sed sal e, ev sîyaset bi reng û binav kirinên cuda dimeşe.
Ji dema damezrandina komara Tirkiye heta dema “pir partîtîyê” sîyaseta qayûmê di pratîkê de çalak û desthilatdar bûyê. Di dema desthilatdarîya yek partîyê ya CHPê de walî an qeymakam sê an çar postên fermî bikar di anîn.
Walî an qeymakam him îdarekar bûn, him serokê Şaredarîya bûn û him jî serokê şaxên partîyê bûn. Him parlementer him jî dozger û dadwerbûn. Ev sîyaset, di navbera salên 1920 an heta salên 1946 an guncav û aktîf bû.
Di salên 1960 an, 1970 an, 1980an û heta îro bi şêweyên cuda sîyaseta qayûmê bê navber domkirîye… Di van salên dawiyê de, ev sîyaset bûye pergala pêvajoyên xapandin û provakasyonan.
Bê şert û bê merc em sîyaseta qayûmê red dikin, şermezar dikin. Biryara tayîn kirina qayûman ne hûqûqîye, bi her awayî biryarek sîyasî û provakatîv e.
Biryara tayîn kirina qayûman tune hesibandin û binpê kirina îradeya dengdarane ye. Înkar û tune hesibandina hilbijartina ye. Hebûna sîyaseta qayûmê wêneyên tunebûna sîyaseta hûqûqê radixe ber çavan…
Ev sîyaseta xapandinê divê bi tu awayî neyê pejirandin û li hemberî wê sîyasetê bertek û helwestên netewî bên nîşandin. Ev jî bi stratejîyek netewî û bi sîyasetek kurdî mumkin e. Ji bo wê yekê divê hemû beşên civatê, aliyên sîyasî yên Kurdistanî bi hişmendîyek netewî tevbigerin û li ser bingeha mafên milletbûnê daxwazên xwe yên millî têxin rojevê.
Pêwistiya gelê kurd bi hişmendîyek niştimanî, bi aqilek kurdî, bi helwest û bertekên nû heye. Ji ber wê yekê aliyên kurdî di demek zûtirîn divê li ser berjewedîyên netewî û bingehek hevbeş sîwanek kurdî ava bikin û daxwazên xwe yên millî têxin rojevê.
Eger ev jî ne listikên weke berê be, tiştên bên kirin diyare, divê parlementerên DEMê û yên CHPê ji parlamentoyê vekişîn û bi bertekên sivîl û îtîatsizîyê ne razîbûnîya xwe nîşan bidin. Bi dehan şêweyên boykot kirin û berxwedana pasîf heye. Divê wan rêyan bi ceribînin û di helwestên xwe de biryardar bin.
Pêvajoyên ku bi navê “aşitî û çareseriye” tên bi nav kirin. Divê cardin rê li ber xewn û xeyalên koletîyê geş neke. Divê dîsa bi şêkirê şamê milletê kurd neyê xapandin û nebe pêlekên baskên dewletê. Nakokî û problemên di nav herdû baskên Îttîhad Terakkî de divê cardin rê li ber sîyaseta “alavêre dalavêre Kurd Mihemed nobete” xweş neke. Kêm zêde çerçova axaftinê ewha bû…