Miletê me di heyama 100 salên borî de li Îraqa Erebî bi gelek sûc, bêtar û metirsiyan re rû bi rû ma lê şaş nemînin eger ez bibêjim ku bobelatên herî mezin ne yên ku derbas bûne lê yên herî metirsîdar ew in ku em dê di paşerojê de bi wan re rû bi rû bimînin.
Eger em bixwazin koka Doza Kurd li vê beşa ku bi Îraqê ve hatiye zeliqandin tê bigihêjin, eger em bixwazin bi derbirînên xwerû û hêmanên herî sade bisêwirînin, em dikarin bibêjin ku tiştê hatiye serê me seba nasname û erdnîgariya me bû.
Tiştê ku rejîmên Îraqê yên li pey hev di çarçoveya stratejiya dewletê de kirin, ew bû ku Kurdistanê ji vê nasnameyê bêpar bihêlin û demografiya wê biguherin.
Her çiqas şiyana Kurdan tenê ew qas bû ku bi dayîna gelek qurbaniyan hebûna xwe biparêzin lê wekî encama tevger û reftarên dewletê li hemberî Kurdan û têkoşîna wan a ji bo parastina hebûna xwe, berhema wê ew bû ku hate serê Îraqê jî. Gurkirina şerê heşt salî yê Îraq û Îranê ku paşê heta dagirkirina Kuweytê jî çû û şerên li pey hev ên Kendavê, ji ber reftarên dewleta Îraqê yên di mijara Pirsa Kurd de bûn.
Çawa ku bi dehan sûcên tevkujiyê ku hatine serê Kurdan dikarin di bin navên cuda cuda de werin rêzkirin, heman tişt ji bo Ereban jî derbas dibe.
Hemû komkujiyên ku ji ber şerê Îranê hatin kirin û yên li Kuweytê hatin kuştin û komkujiyên ku ji dema hatina Amerîkayê ve û heta vêga hatin serê Erebên Îraqê, koka wan vedigere Pirsa Kurd, çimkî eger di koka xwe de Kurd bi Îraqa Erebî ve nehatana girêdan, mîna her welatekî din ê nûavabûyî yê Kendavê, Îraq jî bi van pirsgirêkan re rû bi rû nedima yan jî eger Îraqê pirsgirêka Kurd çareser bikira, bûyer dê ne bi vî rengî bûna.
Tevî ku nola Kurdan, Ereb jî ji vê pirsgirêkê zerermend bûn lê çimkî stratejiya dewletê li ser vê bingehê hatiye damezrandin, ti rejîmeke hikumdar îbret ji bûyeran wernegirt. Hemû desthilatên li pey hev, her yekê heman polîtîkaya tunekirina Kurdan bi awayên cuda berdewam kir.
Li vir ji bo xwîner pirsa herî girîng ev e: Heke berê bi çekên kîmyayî û tevkujiyên mîna Enfalê bi me re tevdigeriyan, nexwe metirsiya ji vê mezintir ku em bifikirin li pêşiya me ye, dê çi be? Bersiva vê pirsê ji têgihîştina koka pirsgirêkê tê bidestxistin. Koka pirsgirêkê girêdayî nasnameya xak û sînorên erdnîgarî yên Kurdistanê bû.
Reftar, kiryar û sûc bi serê xwe ne pirsgirêk in, li şûnê, encama dîtin û nêrîna wê zîhniyeta şovenîst in ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi vî rengî dîtiye. Hemû rê û rêgezên serkutker ku dane meşandin, seba ji holê rakirina nasnameya Kurdan û welatê wan bû.
Şêwaz, reftar û rêgezên gihîştina wê armancê bi awayekî bûn ku hesta berxwedanê li ba Kurdan çêkiriye. Loma em dibînin ku di tevahiya dîroka 100 salên borî de tevî nehevsengiya hêzê jî lê Kurd hertim ji bo parastina nasname û xaka xwe têkoşiyane.
Min gelek carên din jî gotiye ku ev nifşê siyasî yê desthilatdarên niha yên Ereb li Bexdayê, di çarçoveya stratejiya dewletê ya reftara bi Pirsa Kurd re, ji nifşên berê yên siyasetmedarên Ereb bêtir bi hûrbînî û jêhatîtir dosyeya Kurd bi rê ve dibe.
Her çend guman ji wê yekê jî tê kirin ku di odeyên tarî yên paşê de hin karakterên din wan dilivînin, ji xwe ger wisa be jî ji bo wan her celebekî hunera siyasetê ye, çimkî ya ku rejîmên berê dixwestin bi rêya darê zorê û bikaranîna çekên kîmyayî, Enfal û komkujiyan bi dest bixin û nikarîbûn, ev xwediyên şaşikan tên ku bi rêyên nerm bigihîjin armanca xwe.
Li vir xala herî metirsîdar ew e ku siyaseta nerm a ku ji bo nehiştina Kurdan tê meşandin, Kurd kedî kirine. Lap mîna nêçîrvanê ku hemû tedbîran werdigire ji bo ku ti tirs û dilfikariyeke nêçîra wî ji wê jîngeha ku jê re hatiye çêkirin nemîne, tewra gelek xwarinê jî ji wî re belav dike, lê armanc tunekirina wî ye.
Îraqa niha vê xefikbaziyê bi Kurdan re dimeşîne. Encama vê siyasetê jî celebekî têgihîştinê li ba gelek Kurdan çêkiriye ku îmaja Îraqê ji dewleteke dagirker veguheriye û kiriye xilasker.
Loma gelek siyaset û reftarên ku ji aliyê Bexdayê ve tên meşandin, piraniya Kurdan wan wekî metirsî nabînin.
Dema ku hindikahiyek jî metirsiyê dibînin û ji bo hişyarkirina milet dikin hewar û diqîrin, nola dengên kakofonî li wan tê nihêrtin.
Dibe ku ji bo niha nimûneya herî şênber a sêwirandina vê siyasetê, mijara efsûnî ya biryardana Bexdayê ji bo encamdana serjimêriya giştî ya nifûsê be. Çaryeka sedsalekê ye ku serjimêrî li Îraqê nehatiye pêkanîn.
Di vê heyamê de, pergala siyasî ya welêt û civaka Îraqê tûşî guherînên mezin bû, çima divê serjimêriyê pêk neyîne, di demekê de ku serjimêrî di sadetirîn pênaseya xwe de nexşe û ruhê plansaziya pêşketina welêt e.
Ji bo kesekî ku haya wî ji pirsgirêkên Îraqê neb û nizanibe ku her pêvajoyek li Îraqê girêdayî hevrikî û nakokiyan e, dê matmayî bimîne ku kesine li dijî proseya serjimêriyê hene. Encamên vê polîtîkaya nermkujiyê di nava hin Kurdan û pêkhateyên din de jî nêrînek çêkiriye ku ti metirsiyê di vê pêvajoyê de nabînin.
Lê di ketwarê de pêvajoyeke pir metirsîdar e, çimkî li Îraqê pirsgirêkeke mezin bi navê pirsgirêka Kurd heye. Nexşerêya çareserkirina vê pirsgirêkê girêdayî hejmara şêniyên li ser vê erdnîgariyê ye ku li ser dijîn.
Destûra Îraqê tedbîr diyar kiriye ku kesên ku di koka xwe de ne şêniyên vê navçeyê ne ku navê wan wekî xerîb danîne, divê di çend qonaxan de ji vê erdnîgariyê derkevin û paşê şêniyên resen di biryardana xwe de bên serpişkkirin ka dixwazin bi Kurdistanê re yan jî bi Erebistanê re bin lê Bexda ne tenê ev benda destûrî bi cih neaniye lê di çarçoveya heman stratejiya siyaseta qirkirina nijadî ya gelê Kurd de, bi milyonan Erebên din aniye vê navçeyê û li Bedre û Cesanê hetanî Şingalê niştecî kirine.
Nêzîkî wê hemarê jî Ereb anîne nav bajar û gundên Herêma Kurdistanê û dixwaze bi proseyeke efsûnî ya bi navê serjimêriya giştî ya nifûsê, wan Ereban wekî rûniştvanên vê erdnîgariyê rewa bike.
Her çend ev mizgîniyeke pêşwext a xirab e jî lê ez bi baweriyeke mezin dibêjim ku eger ev ji Bexdayê re here serî, armanca wê ew e ku tiştekî bi navê Erebên navçeyê û Erebên proseya erebkirinê yan erebkirina kevn û erebkirina nû, li holê nehêle.
Piştrast bin di qonaxa paşê de, di bin navê cîbicîkirina destûrê de, dê biryarê li ser wê yekê jî bide ku rapirsî li vê navçeyê were kirin ji bo yekalîkirina nasnameya wê axê, bi vê yekê jî dê dawî li rewabûna daxwaza Kurdan bîne piştî wergirtina nîvê erdnîgariya Başûrê Kurdistanê û dê vê navçeyê bike xala xurtkirina hejmar û pêgeha Ereban li hundirê Herêma Kurdistanê û di paşerojê de wê Kurdan di mala wan de jî bike hindikahî.
Tevî ku Kurd li navenda biryarê ya Bexdayê qels in û nikarin ti biryarekê bi Bexdayê bidin betalkirin lê ji ber ku eger Herêma Kurdistanê beşdarî pêvajoya serjimêriya giştî ya nifûsê nebe, biryar bê dayîn ku Kurd li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî herêmê û li Îraqê vê pêvajoyê boykot bikin, pêvajo rewatiyê nastîne, wê demê ji bo Bexdayê jî armanc pêk nayê û Îraq nikare wekî serjimêriya giştî pê re tevbigere, dibe ku neçar bibe ku pêvajoyê encam nede.
Bi vê yekê jî, Kurd dê ji bo qonax û siberojeke dûrtir metirsiyeke rasteqîn ji xwe dûr bixin, lê pêkanîna serjimêriyê wekî ku Bexdayê biryar li ser daye, ji bo Kurd û Tirkmenan werîsê sêdarê ye û em bi lingên xwe ber bi wê ve diçin.
Arîf Qurbanî