Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, piştî bidarvekirina hemwelatiyê Îran-Almanya Cemşîd Şarmehd, ji bo nirxandinê balyozê xwe yê Tehranê bangî Berlînê kir.
Îdamkirina Şarmehd, hiştiye ku rageşiya navbera Îran û Almanyayê zêde bibe. Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Almanya de hatiye gotin, meslehetguzarê Îranê bo protestoyê hatiye gazîkirin û Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock jî ji bo nirxandinê ligel wî bikin, balyozê xwe çyê Tehranê Markus Potzel bo Berlînê paşve kişandiye.
Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, piştî îdamkirina Cemşîd Şarmehd li ser medya civakî bertekek tund ji Îranê re nîşan da û ew kiryar bi awayê herî tund şermezar kir.
Îranê Şarmehd bi seroktiya rêxistina Tonder a navend Amerîka ku dijberiya Îranê dike tawanbar dikir û piştî ji ser Dubey ve sala 2020an hatibû revandin, ew ji ser Ummanê ve biribûn Îranê.
PK