Komel naçe parlamentoyê: Dê 3 kursiyên wê çawa werin dabeşkirin?

Komeleya Dadgeriyê ya Kurdistanê biryar da ku namzedên wan ên ku hatine hilbijartin dê neçin Parlamentoya Kurdistanê.

Vekişîna Komeleya Dadgeriyê ya Kurdistanê ya ji Parlamentoya Kurdistanê dê guherînê di hejmara kursiyên partiyan de bike.

Kursiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku 39 bûn dê bibin 41.

Serokê Komeleya Dadgeriyê ya Kurdistanê Elî Bapîr doh danê êvarê ragihand:

“Em ji sedî 100 piştrast in ku di hilbijartinan de sextekarî hatiye kirin lewma em naçin parlamentoyê.”

Pisporê sîstema hilbijartinan Aram Biradostî ji Rûdawê re da zanîn ku heger Komeleya Dadgeriyê ya Kurdistanê neçe parlamentoyê dê 3 kursiyên wê werin dabeşkirin.

Komeleya Dadgeriyê ya Kurdistanê li Silêmaniyê 2 kursî bi dest xistin ku dê 1 ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û 1 jî ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re be.

Her wiha kursiyê wan ê Hewlêrê jî dê bibe para Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).

Ji 3 kursiyên Komeleya Dadgeriyê ya Kurdistanê 2 ji PDKyê û 1 jî ji YNKyê re ye.

Aram Bradostî da zanîn ku li Silêmaniyê ji ber guhertina rêzbendiyê, “Hevpeymaniya Kurdistanê dê kursiyê xwe ji dest bide û ew jî dê bibe yê Nifşê Nû (Newey Niwê).

Biradostî diyar kir ku ji ber guhertina rêzbendiyê dê li Hewlêrê di kotaya jinan de jî guherîn çêbibe.

Pisporê sîstema hilbijartinan Aram Biradostî her wiha got:

“Di lîsteya Eniya Gel de li şûna jina ku ji kotaya jinan hatiye hilbijartin dê cihê xwe bide Şadman Mela Hesen ku li lîsteya xwe dengên herî zêde deng bi dest xistine.

Piştî vekişîna Komeleya Dadgeriyê ya Kurdistanê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê:

PDK: 41 kursî

YNK: 24 kursî

Nifşê Nû (Newey Niwê): 16 kursî

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 7 kursî

Helwest: 4 kursî

Eniya Gel: 2 kursî

Gorran: Kursiyek

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *