Vahap Coşkun: Bingeha pêvajoya nû ji ya berê xurttir e -Video

Her çiqas navek lê nehatibe kirin, jî pêvajoyek wek pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê dest pê kiriye. Aliyek çavdêrên siyasî dibêjin derfetên vê carê ji pêvajoya berê baştir in û aliyên dijber nikarin ser bikevin, aliye çavdêran jî armanca destpêkirina pêvajoya nû bi hilbijartinek pêşwext ve girê didin.

Ji bo ku li Tirkiyeyê pirsa kurd were çareserkirin, careke din hewil tê dayîn ku pêvajoyek nu ya çareseriyê dest pê bike. Dewlet Bahçelî got bila Abdullah Ocalan were meclîsê banga danîna çekan bike. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got firsendeke dîrokî ye. Serokê CHPê dibêje bo çareseriyê hemu gav û gotin girîng in. Biraziyê Abdullah Ocalanî Omer Ocalan piştî 43 mehan hevdîtn bi Abdullah Ocalan re pêk anî.  Li gel van pêşhatan li Enqereyê êrîşek pêk hat, partiya Zafer û Îyî Partî dijî pêvajoyê ne. Akademîsyen dibêjin aliyên dijber nikarin pêvajoyê têk bibin ji ber ku bingeh vê carê xurt e.

Endamê Komîsyona Aqilmendan a Pêvajoya Çareseriyê Vahap Coşkun ji K24ê re got: “Parlementoyê de 4 partiyên mezin hene, Ak Partî, CHP, MHP, DemPartî, her çar jî dixwazin pirsa kurd bi siyaseta demokratîk were çareserkirin, Zafer û Îyî Partî naxwazin. Lê bandorek wan a wisa mezin nîne ku bikaribin pêvajoyê têk bibin, ji berk u avantajên vê pêvajoyê zêdetir in.”

Beşek ji pisporên siyasetê jî destpêkirina pêvajoya nû bi armancên hilbijartinek pêşwext ve girê didin, pispor dibêjin desthilat dixwaze di hilbijartinek pêşwext de di metrepolan de dengên kurdan ji CHPê dûr bixe û ji ber wê rê li ber Silheddîn Demîrtaş  tê girtin û şûna wî rê li ber Abdullah Ocalan tê vekirin ku CHP jî dixwaze Silheddîn Demîrtaş jî nava pêvajoyê de be.

Akademîsyenê Beşa Zanistên Siyasî yê Zankoya Dîcle Vedat Koçal dibêje: “Di nava dewletên ku Îsraîl difikire êrîşî wan bike de Tirkiye rêza dawî de ye, Îsraîl jî Emerîka jî êrîşî Tirkiye nakin, ev gava nû hatî avêtin bo parastina desthiladariya Tifaqa Cumhur e, Ak Partî dizane kurd êdî deng nadinê, ji ber wê dixwaze qet nebe di metrepolan de kurd dengê xwe nedin CHPê û bidin partiya xwe Demê, ji bo vê yekê jî rê li ber Demîrtaş digirin û Ocalan derdixin pêş.”

Çavdêrên siyasî balê dikêşin ya girîng ew e ku dê aliyên pêvajoyê berpirsiyariyên xwe cîbicî bikin an ne û di dawiya pêvajoyê de nasnameya kurd bin banê makezagonê de were gerentîkirin an ne.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *