130 Çalakgerên kurd bang li Werîşe Muradiyê kir ku dawiyê li çalakiya xwe bîne

Çalakgerên ji Rojhilatê Kurdistanê bang li Werîşe Muradiyê kir ku dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bîne ku ji 10ê cotmeha 2024an ve di greva birçîbûnê ya bêdem de ye.

Girtiya siyasî ya kurd Werîşe Muradî ragihandibû ku ji bo şermezarkirina cezayê darvekirinê û qedexeya hevdîtinê,  ji 10ê cotmehê ve li Girtîgeha Evîn a paytexta Îranê Tehranê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

130 çalakgerên ji Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar ji Werîşe Muradiyê xwestiye ku dawiyê  li çalakiya xwe bîne.

Çalakgeran di metna bangê de diyar kir ku Werîşe li dijî zilm, neheqî, cezayê darvekirinê û qedexeya hevdîtinê di greva birçîbûnê de ye.

Wan her wiha destnîşan kir ku ji bo piştgiriya Muradiyê roja şemiyê 26.10.2024 (îro) wê dest bi greva birçîbûnê bikin.

Werîşe Muradî di 1ê Tebaxa 2023yan de li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê pasdarên rejîma Îranê ve hat girtin û neqlî Tehranê hat kirin.

Ew bi çalakiyên çekdarî yên li dijî hikûmeta Îranê hat tawanbarkirin û gelek caran hat dadgehkirin.

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *