Vateyê Verênanê Çêrmûgi
Nivîskar : Cevat Yıldız
Vateyê verênan, verênanê ma ra ma rê mêrasên ê. Kam nê mêrasî bigurêno, qal û qiseyê ey cayê xwu gînê, cematî de giraneya ci bena, qisaya ci goştarey bena. Vateyê verênan qanûno fekî yo. No qanûn daway û meselan de zaf gurêneyeno û pa meseleyî girêdeyenê.
Qando ke însanê verênî tebîetî mîyan de coyenê aye ra vateyê verênan mîyan de karakterê heywanan ser zaf numûneyî deyayê. Nê numûneyî; dîk, kerg, kutik, dele, verg, heşe, mar, manga, ga, meye, bize, leglege ûsn. Karakterê nê heywanan ser zaf şîret û nesîhetî deyayê. Dar û ber ra, nebatan ra, heq û huqûqî ser ra, muhîmeya merdimîn ser ra şîretî deyayê. Nê şîretî mektebên veşerî kesî rê fayde danê. Çunke hem tecrubeyê verênan ra aqil gêrîyeno hem zî kesî rê şexsîyetên danê qezenç kerdiş.
“””””””””
Ji Haîkûnûsên Japonî Demsal Bi Demsal Haîkû
Nivîskar: Harold Stewart
Wergêr: Sidîq Gorîcan
Her mijar her çi qas li haîkûyê bê jî, mijara bingehîn a haîkûyê esildanî demsal û siruşt in. Di vê kitêbê de haîkûyên haîkûnûsên navdar ên Japonan cih digirin û bi berê ve demsal bi demsal hatine bicihkirin. Ev sêristikên ku ji Îngilîzî hatine wergerandin bi îlustrasyonên resen ve hatine xurtkirin û xemilandin.
Aliyekî herî xurt yê zimanê Kurdî, peywendiya wî ya bi siruşt û demsalan re ye. Lewma jî haîkû di vegotina Kurdî de ji xwe re cihekî nasyar û xweşkês digire. Di wergera van sêristikan de jî ev taybetî bi awayekî zelal dixuyê.
cih tune
serê xwe biêximê –
spas lavlavkê
BASHÔ
cilê feqîrê rûken
ji kîsê erd û asîmanan e –
“””””””””””””””
Sirra Bi Kul
Wergêr : Abdullah Încekan
Ev romana Sirra Bi Kul dide pê serboriya dê û zarokekî. Dêyek dixwaze macerayan bijî… Kurê wê dixwaze were hezkirin… Hezkirin û macera dibin fetl û ger; û dêya ji jiyanê têrnebûyî û zarokê nazenîn dikişînin nava xwe. Nivîskarê navdar Stefan Zweig di vê romana efsûnî de valahî, qelsî û kêmasiyên jiyana mirovan bi çavekî psîkolojîk vedibêje… Psîkolojî û çîrok bi qelema Zweig têne hûnandin û jê nimûneyeke edebiyatê ya cîhanê derdikeve holê. Xwendevan, bi saya vê kitêbê hîn dibe ku bi çavekî psîkolojîk li têkiliya bi malbatê re binihêre…
“”””””
Fablên La Fontaine
Wergêr : Memê Miksî
Fabl, navê wî cûreyê çîrokan e ku qehremanên wan heywan in û li ser zimanê wan, xûy û xesletên mirovan têne vegotin; geh di despêkê geh jî di dawiya wan de ders û şîret hene û bi piranî bi awayê menzûm in.
Nivîskarê Fransiz ê klasîk Jean de La Fontaine (1621-1695) jî herçend ku di gelek warên edebî de -wek roman, piyes û şiîr- berhem dane jî, lê navê wî li cîhanê bi fablan nemir bûye. Ev fablên wî, hema bêje bi tevekê zimanên cîhanê hatine wergerandin; di kitêbên ders û perwerdeyê de hatine bicîkirin û li ber wana kitêbên pedagojîk û fîlmên karton ji bo zarok û ciwanan hatine adaptekirin. Mijarên çîrokên La Fontaine, bi piranî ji klasîkên Şerqê hatine girtin. Heta hin ji fablên wî û çîrokên me yên gelêrî jî hevdu digrin.
La Fontaine, 12 pirtûk nivîsîne. Ev pirtûkana ji 238 çîrokan pêk tên.
Memê Miksî jî ji wergerên van pirtûkan yên Tirkî, 121 fabl adapteyî Kurmancî kirine. Miksî, wergera xwe bi wezneke kurt û sivik kiriye, û zimanekî hêsan û rewan bijartiye.
çavkanî: nubihar.com