Baroya Amedê: Daraz jî tevlî lînçkirina Tahîr Elçî bû

Baroya Amedê li ser pêvajoya 20ê Çiriya Pêşîna 2015an ku Serokê Baroya Amedê yê wê demê Tahîr Elçî hatibû desteserkirin got, “Daraz jî tevlî lînçkirina birêz Elçî bûbû.”

Her wiha baroyê amaje bi wê yekê da ku ew pêvajo destpêka pêvajoya kuştina Tahîr Elçî bû.

Baroya Amedê 20ê Çiriya Pêşîna 2024an li ser pêvajoya desteserkirina Tahîr Elçî ya sala 2015an dîmen û daxuyaniyek belav kir.

“Me ji bîr nekir û em dê nedin jibîrkirin”

Baroya Amedê di peyama xwe de got:

“20ê Çiriya Pêşîna 2015an. Di heman demê de, ew pêvajoya kuştina Serokê Baroya me Parêzer Tahîr Elçiyê ku derheqê wî de kampanyaya lîncê dabûn destpêkirin û daraz jî tevlî bûbû.

Derheqê Tahir Elçî de lêpirsîn hat vekirin û di berdewamiya erkê wî yê Serokatiya Baroyê de bi hinceta `ji bo lêpirsîn vala derkeve di hundirê welat de xwe veşartî ye` derbarê wî de biryara girtinê hat derxistin.

Ew cihê ku xwe `veşartibû` meqamê serokatiya ku li avahiya îdarî ya Baroya Amedê bû.

Fermana girtinê li meqama serokatiya baroyê hat bicîhanîn.

Di heyama beriya kuştinê de jî pratîkên nehiqûqî, kampanyayên lînçkirinê û hedefnîşandan bê navber berdewam kirin.

Me yek ji wan ji bîr nekir, em dê nedin jibîrkirin.”

Kuştina Tahîr Elçî

Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî 28ê Çiriya Paşîna 2015an dema li ber Minareya Çarling a Amedê ji bo nemana şerê li Bakurê Kurdistanê daxuyanî dida çapemeniyê di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Derbarê sê polîsên ku di dema kuştinê de li cihê bûyerê bûn bi tohmeta “bi zanebûn bûne sedema kuştinê” doz hatibû vekirin.

Lê belê dadgehê derbarê her 3 polîsan de jî biryara beraetê dabû.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *