Wezîrê Samanên Xwezayî: Em bo hinardekirina petrolê bi Bexdayê re digehin çareseriyê

 Wezîrê Samanên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Em pêşbîniya wê yekê dikin ku em li ser pirsa hinadekirina petrolê bi Bexdayê re bigehin çareseriyeke guncayî.”

Wezîrê Samanên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wekalet Kemal Mihemed îro (Pêncşem, 17.10.2024) ji K24ê re ragehand, “Rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi zêdetirî 20 milyar dolaran zirar gehandiye Herêma Kurdistanê û Îraqê.”

Kemal Mihemed amaje jî da, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê çi arêşe nînin eger petrol bi rêya Somoyê biçe û dahata wê biçe gencîneya federalî. Arêşe di xerciya derxistina petolê û kompaniyan de ye, bi wan 6 dolarên jê re hatine danan razî nînin.”

Navbirî herwesa got, “Kompaniyan ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê givaştin xistiye ser Hikûmeta Îraqê, niha şandek ji bo vê pirsê ji Bexdayê hatiye Herêma Kurdistanê.”

Wezîrê Samanên Xwezayî ron jî kir, “Zirara rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê gehiştiye Îraq û Herêma Kurdistanê û kompaniyan jî.” Herwesa got, “Em pêşbîniya wê yekê dikin ku em li ser pirsa hinadekirina petrolê bi Bexdayê re bigehin çareseriyeke guncayî.

Herwesa got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevaya hêsankariyan kirin ku petrol bê hinardekirin. Ew kompaniyên ku me peyman pê re hene, me sê caran bi xwe re birine Bexdayê. Eger ew bi wê edilandinê razî bibin a ku jê re hatiye kirin, me çi arêşe li ser wê nînin. Bi wî pereyê ku jê re hatiye danan, kompanî nikarin petrolê berhem bînin.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *