Înisiyatîfa Maf û Dadperweriya Hilbijartinê ya Kurdistanê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin

Li gel ku tenê çend roj ji hilbijartinên Herêma Kurdistanê re mane, ji gelek aliyan ve piştgirî tên ji bo ku hilbijartin bi awayekî adil, şefaf û saxlem derbas bibin. Bi taybetî jî însiyatîfên Ewropî û Kurdistanî di vê mijarê de xebatên hesas dimeşînin.

👉 JI BO ÎMZEKIRINÊ BITIKÎNIN –> tiny.cc/imzanolsun

Di vê çarçoveyê de Înisiyatîfa Maf û Dadperweriya Hilbijartinê ya Kurdistanê ji bo ku hilbijartin bi awayekî adil, şefaf û objektîf derbas bibin dest bi kampanyaya îmzeyê kir.

“Ji bo Pêşeroja Kurdistanê Werin Em Bi Hev re Tevbigerin!” Înisiyatîfa Maf û Dadperweriya Hilbijartinê ya Kurdistanê diyar kir ku ji bo parastina statûya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji her kesî piştgirîya îmzeyan hêvî dikin û banga, “Niha ji bo daxwaza îradeya xwe îmze bikin” dike.

👉 JI BO ÎMZEKIRINÊ BITIKÎNIN –> tiny.cc/imzanolsun

Înisiyatîfa Maf û Dadperweriya Hilbijartinê ya Kurdistanê ev agahî da:

Di hilbijartinên Herêma Kurdistanê de  daku vîna xelkî bi temamî diyar bibe pêwîstiya me bi piştgiriya we heye. Ji bo pêvajoyeka zelal û dadperwerane ya hilbijartinê daku em bikaribin dengê xwe bidin bihîstin û mafê xwe biparêzin tevlî me bibin. Daku xwedî li vîna xwe derkevî niha îmzeya xwe bide!

👉 JI BO ÎMZEKIRINÊ BITIKÎNIN –> tiny.cc/imzanolsun

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *