Îran: Em şer naxwazin divê rêya dîplomasiyê were aktîvkirin

 Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî ragihand, ji ber rewşa navçeyê, welatê wî proseya pevguhertina peyaman û danûstandinên nerasterast bi Amerîkayê re rawestandiye.

Iraqçî li Mesqetê, Paytexta Umanê duhî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “divê her kes bizane helwesta me zelal e û çendîn car e hatiye dubarekirin ku em şer naxwazin, lê em jê re amade ne.”

Wezîrê Derve yê Îranê got jî: “Em di wê baweriyê de ne ku divê dîplomasî bi bandor be û pêşî li krîzeke mezin li herêmê bigire.”

Iraqçî diyar kir, pevguhertina peyaman di hikûmeta berê ya Îranê de, hikûmeta Îbrahîm Raîsî jî hebû û rêya Mesqetê jî bi peywendiya nerasterast a di navbera Îran û Amerîkayê de dihat naskirin.

Wezîrê îranî diyar kir: “Niha ji ber şert û mercên taybet ên herêmê ev rê girtî ye û heya ku em ji krîzê dernekevin û biryarê nedin, em bingehek ji bo vê diyalogê nabînin.”

Da zanîn ku “Di vê serdana Mesqetê de ti peyam ji Amerîkayê re nehat dayîn. Min di serdana xwe ya bo welatên herêmê de helwestên Îranê ragihandin û helwesta me gihiştiye hemû welatan û di serî de jî Amerîka.”

Wezîrê Derve yê Îranê berî Umanê, serdana LIbnan, Sûriye, Erebistana Siûdî, Qeter û Iraqê kiribû. Hevdem ligel serdana wî bo Mesqetê jî, kanala “Kan” a Israîlî ragihand, Îranê bi rêya welatekî navçê ev peyam gihandiye serokwezîrê Îsraîlê ku eger karvedana Îsraîl sînordar be, Tehran dê vê yekê weke dawiya vê çerxa aloziyê ya di navbera wan de bibîne.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *