Sê girtiyên Belûç û du Kurd li girtîgehên rêjîmê li Îranê, hatine bidarvekirin.

Rêjîma Îranê 3 ciwanên gelê Belûç û mamostayekî malnişînkirî  û ciwanekî dinê yên xelkê bajarê Kirmaşanê li girtîgehên rêjîmê de hatne bidar vekirin.

Sibêdeha roja Çarşemî 18ê Rezberê, “Ehmed Narûyî yê temen 33 salî, kurê Enwer û herwisa Mihemed Îshaq zehî yê temen 31 salî, kurê Yûsif” ên xelkê bajarê Zahidanê û herwisa welatiyekî Kurd ê bi navê “Seîd Sefayî” yê temen 55 salî û mamostayê malnişînkirî yê xelkê bajarê Hersînê, ser bi bajarê Kirmaşanê, li girtîgeha “Qizilhisar” a rêjîmê li bajarê Kerecê de ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine bidarvekirin.

Herwisa ber hingê jî girtiyekî Kurd xelkê Kirmaşanê bi navê Eşkan Yarî, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Hemedan ê de hatibû bidarvekirin.

Herwisa li vê rojê de cîwanekî temen 21 salî yê gelê Belûç ê bi navê “Mehdî Berahoyî”, kurê “Cemagul” ê xelkê bajarê “Xaş”ê ku li dema binçavkirinê de 17 salî bûye, li girtîgeha navendiya rêjîmê li bajarê Zahidanê de hatiye bidarvekirin.

Rêjîma dijemirov  ya Îranê, roj bi roj, rêje û lezgîniya bidarvekirinan bi taybet girtiyên Kurd û Belûç li girtîgehên xwe li searnserê Îranê de zêdetir dike.

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *