Makezagon: Tirk ji bo Qibrisê û Filîstînê Dewlet dixwaze, Mefên Neteweya Kurd înkar dike

Îbrahîm GUÇLU

Piştî hilbijartinên serokkomar û hilbijartinên pmeclîsê dîsa ji bona makezagona nû gengeşî û minaqeşeyan dest pê kir. Lê ev minaqeşeyan nû nebûn;  piştî Derbaya Leşkerî ya Faşîst a 12 Îlonê dest pê kiribû. Lê her demê jî diyar dibû ku makezagoneke nû nayê xwestin, bes şiklî tê xwestin ku  makezagoneke nû çê bibe. Di van rojên dawî de jî dîsa gengeşiyên tên kirin, pêşniyarên tên pêşkêş kirin gelek bi zelalî derdixe holê ku li Tirkiyeyê makezagoneke nû nayê xwestin.

Li Tirkiyeyê çima makezagoneke nû nayê xwestin, çima makezagoneke nû bi taybetî jî ji bona me kurdan pêwîst e, divê bê diyar kirin.

Lewra gorî baweriya min bi taybetî jî makezagona nû zêdetir bi Neteweya Kurd û Kurdistanê re têkildar e, bi salan e ku kurd jî makezagoneke nû niqaşe dikin û pêşniyarên xwe peşkeş dikin. Min jî derbarê vê mijarê de bi dehan meqeleyan û bi dehan di bernameyên telewîzyonan de nerînên xwe pêşkêşî raya giştî kir. Diyar e hewcedarî heye ku em kurd dîsa nerînên xwe diyar bikin. Dema ku makezagoneke nû çê nebe, ji bona me kurdan rêyeke gelek cüda û tarî derdikeve holê.

MAKEZAGON, PEYMANEKE CIVAKÎ YE, TEREFA TIRK NAXWAZIN KU PEYMANEKE CIVAKÎ ÇÊ BİKİN… DIXWAZIN PEYMANEKE YEK TEREF ÇÊ BIKIN.BI YEKTEREFÎ PEYMANA CİVAKÎ MAKEZAGON ÇÊ NABE

Li hemû dinyayê makezagon wek peymaneke civakî tê terîf kirin û qebûl kirin. Bi qerektera xwe jî wek peymaneke di nav gel dexwezayî tê nas kirine.

Her peymanek bi du û an jî sê terefan çê dibe. Dema teref nebin, ew li hevkirina nabe Peyman. Wek mînak dema ku du kes û an jî çend kes xaniyekî bifroje û an jî xaniyekî bixwaze bistîne, di peymanê de du teref hene. Ji bona Peyman bibe Peyman, dive herdu teref ji peymanê re “erê” bibêjin û îmza bikin.

Di Peymaneke Civakî de, yanî di çêkirina makezagonê de jî du an jî çend teref hene. Di şertên Tirkiyeyê de ji bona Peymana Civakî yanî makezagon çê bibe, divê hemû teref ji wê peymanê û makezagonê re bibêjin erê.

Li Tirkiyeyê di Peymana Civakî  (makezagonê) de du netew, yanî neteweya kurd û neteweya Tirk du terefên girîng û stratejik in. Lê di heman deman de kêm netewe, çîn û tebeqeyên civakî, terefên siyasî û fikrî, jin û mêr jî terefên din in.

Hezar mixabin heta nûha li Tirkiyeyê Peymaneke civakî (Makezagon) bi îradeya hemû terefan çê nebûye, bes bi îradeya terefek, bi îradeya elîtekê û bi awayekî bi îradeya neteweya Tirk hatiye çêkirin. Loma jî ev peymana,  ne peymanên civakî (makezagonî) ne. Bi dest û îradeya  Dewleta kolonyalist ya Kemalîst û dagirker hatiye çêkirin. Bi îradeya û îdeolojiya fermî ya Dewletê Kemalîzmê û dîktatorê wê û partiyan wê hatiye çê kirin.

Nuha jî li Tirkiyeyê peymaneke civakî nayê xwestin. Li Tirkiyeyê dîsa bi îrade û îdeolojiya fermî, felsefeya damezrandina dewletê ya otoriter, yekane, dagirkerî, kolonyalist, kurd nas nake bê çê kirin.

 

TIRK JI BONA QIBRISÊ Û FILÎSTÎNÊ DEWLET DIXWAZIN,  MAFÊN NETEWEYA KURD ÎNKAR Û XESİP DIKIN…

Li Tirkiyeyê Makezagona nû divê qerektera dewletê bigûhere. Dewleta Tirk, bike dewleta Kurdan û hemû kêm neteweyan. Ew dewlet jî, bê minakeşe dewleteke federal e. Li dinyayê jî li civatên pirr netew de, dewleta netewan ya hevbeş hatiye ava kirin. Ji bona mînake nêzik, ji bona Tirkiyeyê bibe model, Dewleta Federal ya Iraqê ye. Lewra beriya dewleta federal, dewlet ya neteweya Ereb (beşa sûnî) bû. Di sala 2003-an de bû dewleta Kurdan û Ereban û kêmneteweyên din.

Dewleta Tirk û terefa Tirk, ji bona ku pirsgirêke Qibrisê çareser bibe di destpêkê de dewleta Federal parastin. Nûha jî Dewleta Serbixwe ya Qibrisa Bakur ava kirine û daxwaz dikin ku dinya wê dewletê nas bike.

Dîsa Dewleta Tirk û Terefa Tirk ji bona Filîstîniyan dewlet” dixwazin.

Ji bona çareseriya pirsa neteweyan jî dewleta serbixwe, çareseriya mitlaq e. Lê Dewleta Federal jî çareseriyeke hevbeş e. Dewleta Federal di navbeyna neteweyên cûda de wekheviyekê dikarin çê bike û pirsa neteweyî çareser bike.

Di Dewleta Tirk de jî pirsa neteweya Kurd pirseke bingehî û stratejik û dîrokî ye. Divê ku pirsa neteweya Kurd bê çareser kirin. Ji bona vê jî neteweya Kurd ji seda salî zêdetire ku xebat û têkoşîna neteweyî dimeşîne.

Di qonaxa makezagoneke nû de çareseriya pirsa neteweya Kurd û Kurdistanê derfetek divê çê bibe. Mixabin dema di derbarê makezagonê de gengeşiyên tên kirin û nerînên terefa Tirk ji bona neteweya Kurd qet hêviyek nade.

Dewleta Tirk û Terefa Tirk, ji bona Qibrisê û Filîstînê dewlet dixwazin. Lê di Makezagonê de hebûna neteweya kurd, mafên neteweyî yên neteweya kurd. zimanê kurdî, bi zimanê kurdî perwerdeyê jî naxwazin.

Dewleta Tirk înkara kurdan ya 100 salî dixwaze bidomîne.

Dewleta Tirk dixwaze li Kurdistanê kolonyalist, dagirker, îlxakkar be.

TEREFA TIRK DIXWAZE BINGEHA DEWLETA ELÎTÎK XURTTIR BIKE.

Dewleta Tirk, bi deste elîtekê ava bû. Ew elîta burokrasiya leşkeri û sivîl bû. Pişt re jî xwe bi Kemalîzmê terîf kirin. Li dijî kurdan û misilmana û bi awayekî li dijî gele Tirk ava bû. Loma jî hîç demekê ji krîzan xelas nebû.

Her dem bi serihildanê neteweyî yên kurdan û civakî re rû be rû bû. Di vê qonaxê de jî ev rewşa dom dike.

Loma Dewleta elîtîk ya Kemalîst û elîtîk, dixwaze bingeha xwe bi bi awayekî bi makezagoneke nû ya şiklî firehtir bike. Mihafazakaran û beşek Kurdan jî ji dewletê re bikin bingeh. Dewleta kolonyalist xurttir bikin. Bi awayekî siyasî û hiqûqa Tirkan Kurdan derxin derveyî dîrokê. 

Gelek aşkere ye ku wê deme makezagona tê xwestin; nû û peymaneke civakî nabe. Ji bona kurdan xetertir dibe.

Tetwan, 07. 10. 2024

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *