Biden: Ti rêveberiyek ji min zêdetir alîkariya Îsraîlê nekiriye!

Serokê Amerîka Joe Biden got, Îsraîl hê biryara êrîşa xwe ya li ser Îranê nedaye û danûstandin berdewam in.

Serokê Amerîkayê Biden li qada ku civîna çapemeniyê ya Qesra Spî lê dihat kirin bi awayekî sosret derket û pirsên derbarê rojevê da bersivand.

Biden pirsên li ser çawaniya bersivdayîna Îsraîl ji Îranê re wiha bersivand:

“Îsraîlî di warê êrîşê de hîn biryar nedaye ku wê çi bikin, muzakere didomin. Ger ez li şûna wan bûm, ji bilî zeviyên petrolê min ê alternatîfên din binirxanda.”

Biden li ser pirsa gelo Îsraîl bi guhnedana pêşniyarên Amerîka yên li Rojhilata Navîn hewl da destwerdana hilbijartinan bike yan na, Biden wiha got: “Tu rêvebiriyek ji min zêdetir alîkariya Îsraîlê nekiriye. Bi baweriya min divê ew (Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu) vê yekê bi bîr bîne. Nizanim ew hewl dide bandorê li hilbijartinan bike yan na, lê ez vê yekê hêvî nakim.”

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *